• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye kir

Gulan Media September 20, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye kir
Roja şemî 19.09.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Su'ud Molla Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye û şandekî li gel kir ku ji rêzdar Abdulhekîm Beşar û Kameran Haco Endamên Mekteba Siyasî û Se'îd Umer Endamê Serkirdayetî û Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de behsa rewşa tevgera rizgarîxwaza Kurd li Suriye û peywendiyên hevbeş kirin û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan û pabendbûna hemû aliyan ya ji bo çareserkirina wan kêşeyên têne ser rêya karên hevbeş kirin.

Her li vê hevdîtinê de bi gumanê ve behsa koça berfireha xelkê Rojavayê Kurdistanê ya berev welatên din kirin û bi diyardeyekî xerap dane zanîn û peydakirina çareseriyeke bi lez ji bo kêşeyên hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bi pêwîst zanîn.

Behskirina rewşa navçeyê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top