• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Îranê jiber lehiyê 18 kes mirin

Gulan Media September 19, 2015 Nûçe
Li Îranê jiber lehiyê 18 kes mirin


Ji ber barana zêde û lehiyê, li Tahran û Benderebas 18 kes mirin.

Cîgirê Qaymeqamê navçeya Pakdeşt a ser bi paytexta Îranê Tahranê Hadî Hadî Temhîdî ragehand ku, îro jiber lehiyê 6 welatiyan jiyana xwe jidest daye.

Herwiha Rêveberê Navenda Krîza Tehranê Hadî Rehmetî ji ji ajansa İSNA re ragehandiye ku jiber barana zêde û fûrîna rûbaran, li rojhilatê Tahranê 6 welatî ketine ber lehiyê û wendane.

Ji aliyê din ve Qaymeqamê navçeya Bender Xemîr a ser bi eyaleta BenderEbas Eliriza Rûdbarî jî ragehand ku malbatek 5 kesî ketine ber lehiyê û ji wan 4 kesan jiyana xwe jidest daye.

Du meh beriya niha jî jiber lehî û barana zêde li Tahran û Kerecê 35 kes miribûn.
Top