PDK serokekî bê desthilat qebûl nake
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) helwesta xwe li ser pêşniyara her 4 partiyên şirîkê hikûmetê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de ragihand.
Çavkaniyekî pilebilind ê PDKê di daxuyaniyekê de ragihand: “PDK ti pêşniyarekê qebûl nake ku encama wê ew be ku Herêma Kurdistanê serokek bêdesthilat hebe, belku ligel ewê çendê de ye ku Serokê herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê gelê Kurdistanê ve were hilbijartin û xwediyê desthilat be.”
Wî çavkaniyê pilebilind ê PDKê herwiha ew yek jî aşkere kir ku PDK razî ye ku Serokê Herêma Kurdistanê beramber Parlamentoya Kurdistanê hinek berpirsyarîtî hebe.
Li gor daxuyaniya çavkaniyê PDKê bo Rûdawê, “PDK ligel wê yekê ye ku hinek berpirsatî piştî gotûbêj û rêkevtinê, di yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de ji Serokê Herêma Kurdistanê re bermaber parlamentoyê bên diyarkirin, bêyî ku tevlihevî çê bibe di navbera Serokê Encûmena Wezîran wek serokê desthilata cîbicîkar û berpirsyar li bermaber parlamentoyê û Serokê Herêma Kurdistanê ku bilindtirîn desthilata siyasî ye li Herêma Kurdistanê.”
Li gor agahiyên Rûdawê, PDK hefteya bê li ser pêşniyarên her 4 aliyan dicive, lê wiha xuya nabe ku PDK bi pêşniyarên wan aliyan razî be.
Her di bareya vê mijarê de, Berdevkê Fermî yê PDKê Ceifer Îbrahîm Êminkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Em wek rêkarekê exlaqî û rêzgirtin bo pêşniyarên her 4 aliyan gotûbêjê li ser pêşniyarên wan dikin, lê nêrîna PDKê aşkere ye ku ew jî xwe di pêwîstiya hebûna serokekî bihêz û xwedî desthilat li Herêma Kurdistanê û hilbijartina wî ji aliyê gel ve dibîne.”
Ceifer Îbrahîm Êminkî herwiha destnîşan kir: “Pêşniyarên aliyên din wek hertim curek ji serpandinê pê ve diyar bûye, çimkî ew dixwazin yasayekê biguherînin bi sepandina nêrîna xwe, lê belê em dibêjin em pabend ni bi vê yasayê ku bi şêweyeke rewa û yasayî derketiye û eger hûn dixwazin biguherînin, bila gel bi rêya refrandumê biryar bide.”
Berdevkê PDKê herwiha da xuyakirin: “Pêşniyarên me hertim vekirî û zelal bûne nek daxistî, çimkî me hertim gotiye ew nêrîna me ye û eger me li ser wê lihev nekir, bila gel birya li ser nêrînên me her du aliyan bide.”
Pêşniyarên her 4 partiyan çi bûn?
YNK, Gorran, Yekgirtû û Komel di dawî helwesta xwe de du pêşniyar bi merc ve xistibûn pêşberî PDK.
Li gor wan pêşniyaran, PDK pêwîst e yek ji wan her du pêşniyaran bi mercên wan ve qebûl bike. Pêşniyarên wan her 4 aliyan bi vî awayî ne:
Pêşniyara yekem: Serok ji aliyê gel ve û bi awayek rasterast were hilbijartin, lê gerek desthilatên wî kêm bin.
Pêşniyara duyem: Serok ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bê hilbijartin û xwedî desthilat be û li hember parlamentoyê jî berpirsyar be.
Rudaw
