• Thursday, 19 February 2026
logo

“Girtina Mûsilê nêzîk e”

Gulan Media September 18, 2015 Nûçe
“Girtina Mûsilê nêzîk e”
Hikûmeta Iraqê ragihand ku, operasyona girtina bajarê Mûsilê û kontrolkirina wî bajêrî bi temamî nêzîk e.

Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Iraqê Xalid Ubeydî da daxuyaniyekê de ragihand: “Niha fişar û zexteke mezin ji aliyê xelkê parêzgeha Mûsilê li ser me heye, ku daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem bajarê wan ji destê DAIŞê bê derxistin.”

Xalid Ubeydî wiha got: “Niha em xwedî hêzeke baş û mezin in bo destpêkirina wê operasyonê, lê divê demek guncayî jê re bê diyarkirin.”

Ubeydî wiha domand: “Operasyona girtina bajarê Mûsilê û kontrolkirina wî bajêrî bi temamî nêzîk e.”

Bajarê Mûsilê, ku sêyem bajarê Iraqê ye ji aliyê mezinbûna xwe ve, ji meha Hezîranê ya 2014an de di destê DAIŞê de ye, ku wê demê ji destê Artêşa Iraqê derxistin û nha bûye paytexta wê rêxistinê. Hikûmeta Iraqê zûde karê operasyona girtina wî bajêrî dike, lê heta niha nikariye dest pê bike.

Rudaw
Top