Li Almanya polîsan meleyeke kurd kuştin
Li Berlînê di navbera kurdekî ku weke mela dihat naskirin û polîsên Elman de şer derket û melayê bi navê Refîq Akreyî hate kuştin.
Refîq Akreyî ji sala 1995an were li Elmanya dijî. Wî li sala 2007an dema serokwezîrê Îraqê Eyad El-Elawî di seredaneka fermî de bo Berlînê kiribû planeke kuştina wî amadekiirbû. Beriya Refîq Akreyî û herdu hevalên wî wê plana terora El-Elawî bikin ji aliyê polîsên dewleta federal a Elmanya ve hatin binçav kirin.
Akreyî û herdu hevalên xwe bo dema 9 salan di zîndanekê de man. Akreyî eve salek bû azadbû. Doh êvarê roja 17.09.2015 li Taxa Spandau êrişî polîsan kir, di encam hat kuştin.
Hevalekî Reqîf Akreyî ji BasNews re dibê: ”Refîq îro bi kêran hêrişî polîsan kiriye di encam de polîsek birîndar kiriye, li ser vê êrîşê polîsan jî ew kuşt.”
Hevalê wî ku nexwast navê wî eşkere bike dibêje Mela Refîq Akreyî beriya nêzîkî Îslamê be kesek rehet û xwîn şirîn û hevalxweş bû, lê vê dawiyê rastî kêşeyên derunî het û xwe bi ol ve mijulkir ta gehiştiye wê radeyê xwe bi serokwezîrê Îraqê ve biteqîne.
Hêjayî gotinê ye Refîq weke melayek dihat dîtin nava xelkê Berlîn de, weke derdora wî dibêjin ew ji aliyê mejî ve nexweş bû. Malbata wî li bajarê Akrê Başûrê Kurdistanê dijîn.
Basnews
