• Thursday, 19 February 2026
logo

Fûad Husên: Civîna din vê di meha pêş de were lidar xistin

Gulan Media September 18, 2015 Nûçe
Fûad Husên: Civîna din vê di meha pêş de were lidar xistin

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê dibêje vê civîna nû ya aliyên siyasî di meha pêşî de were lidarxistin.

Piştî bi dawî hatina civîna her pênc aliyên siyasî yên Kurdistanê yaku îro li Hewlêrê hatibû lidarxistin, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên ragehand ku di civîna îro de jî nîqaşên gelek girîng hatine kirin û her çar aliyên din pêşniyarek pêşkêşî partiya demokrata Kurdistanê kirine.

Husên eşkere kir ku biryare partiya demokrata Kurdistanê li ser pêşniyara han bicive û li ser vê pêşniyarê giftûgo bike û heta 6ê meha pêşiya me ku roja li darxistina civîna nûye biryara xwe li dor ew proje pêşniyara han eşkere bike.
Top