• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka piştgiriya Barzanî dike

Gulan Media September 17, 2015 Nûçe
Amerîka piştgiriya Barzanî dike
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê ragihand ku, şandeke welatê wan piştgiriya welatê xwe bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nîşan daye.

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de, behsa serdana şandeke Wezareta Derve û ya Bergiriyê yên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û civîna wê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Di wê daxuyaniyê de ragihand: “Serok Barzanî û şanda Amerîka gotûbêjeke bi berhem encam dan, ew jî derbarê astengiyên ku rastî Iraqê tên, herwiha rola Hêzên Pêşmerge bilind hat nirxandin.”

Duhî serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeke pilebilind a Amerîkayê kirin.

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê wiha got: “Balyoz Stêward Conz piştgirî li Serok Barzanî kir û spasiya wî kir li ser vekirina Navenda Hevpaymanî û Hevahengiyê li Hewlêrê, herwiha pesnê serkirdatiya Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de kir.”

Herwiha şanda Amerîka ligel Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî jî civiya bû.

Balyozxaneya Amerîka ragihand: “Amerîka soz daye ku alîkariyên teknîkî bide wezaretên aborî yên Hikûmeta Kurdistamê.”

Rudaw
Top