Tirkiye nahêle penaberên Rojava derbasî Ewropayê bibin
Piştî ku dewleta Almanyayê ragihand, ew dikarin heta sala 2020ê derdora 20 hezar penaberên Sûriyê werbigirin, bi sedan koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê berê xwe dan Tirkiyê.
Penaberên han ku dixwestin derbasî bajarê Edîrne yê Tirkiyê bibin û ji wir re jî derbasî Ewropayê bibin, ji aliyê hêzên Tirk ve hatin astengkirin.
Ew penaber niha li mizgefta otogara Stenbolê bicîh bûne û di rewşek nebaş de dijîn.
Koçberekî Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa xwe ji Rûdawê re got, em li vir asê mane. Daxwaziya me ji NY ew e ku rêyekê ji me re bibîne û me ji vê rewşê rizgar bike.
Beşek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku beriya niha çûne Tirkiyê jî dixwazin derbasî Ewropayê bibin. Ew dibêjin, rewşa jiyana me li vir pir xirab e…
Hinek ji wan jî dibêjin, em amade ne xwe li deryayê bidin û ji vê rewşê rizgar bibin…
Rudaw
