Hêzeke taybet ên Amerîka derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn
Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), general Lloyd Austîn tevlî civîna Komîsyona Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê bû û agahî da endamên komîsyonê.
Lloyd Austîn eşkere kir ku hêzeke taybet a Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û di şer û operasyonên li dijî DAIŞê de alîkariya YPGê dike.
Austîn agahiyên zêde li ser hejmara wê hêza amerîkî û dema derbasbûna wê hêzê neda.
Wî rayedarê leşkerî yê Amerîkayê diyar kir ku Amerîka pêşniyara avakirina herêma aram yan herêma dijefirrînê li nav axa Sûriyê nake û got, divê ew herêm ji aliyê hêzên bejahî ve were parastin.
Televîzyona amerîkî ya NBC jî li ser zarê rayedarên Pentagonê eşkere kiriye, ew hêza amerîkî ya derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne tevlî şer nabe û dê tenê rola şêwirmendiyê bilîze.
Rudaw
