Serokwezîrê Fransa: Leşkerên Fransayê li Kurdistanê şerê DAIŞê dikin
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls îro 15ê Îlonê di parlamentoya wî welatî de amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Mijara sereke ya axavtinên Manuel Valls, şerê li dijî çekdarên DAIŞê, tawanên DAIŞê li hember kurdên êzidî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bû.
Manuel Valls di axavtinên xwe behsa wêrekî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û got: “Silav ji wêrekiya pêşmerge re ku rûbirûbûyê DAIŞê disekine.”
Serokwezîrê Fransayê derbarê Herêma Kurdistanê û hevahengiya Parîsê ligel Hewlêrê di şerê li dijî DAIŞê de jî axivî û got: “Stratejiya Fransa di şerê li dijî DAIŞê de nehatiye guhertin û Hêzên Fransayê li Kurdistanê jî li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.”
Manuel Valls got: “Hêzên Fransayê beşek bûn ji wan hêzan ku rê li ber pêşveçûnên çekdarên DAIŞê girtin û nehiştin DAIŞ ber bi Herêma Kurdistanê ve pêşve biçe.”
Valls Hêzên Pêşmerge bi qehreman û wêrek bi nav kir û da xuyakirin, ku pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de bergirî li sînorên xwe dike.
Serokwezîrê Fransa di beşek din a axavtinên xwe de behsa tawanên DAIŞê derheq bi kurdên êzidî jî kir û amaje bi çûna keçeke kurda êzidî bi navê Jinan Badil ber bi wî welatî ve kir.
Manuel Valls destnîşan kir, ku Jinan yek ji wan keçan bû ku 3 mehan dîl ketibû destê çekdarên DAIŞê û piştî ku ji destê wan rizgar bibû, serdana Fransayê kir û ji aliyê Serokê Fransayê Françoise Holland eve pêşwazî jê hat kirin.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, Valls tekez kir: “Sûriye bûye panegehek aram bo geşkirina DAIŞê û xelkê Sûriyeyê bi destê DAIŞê û Beşar Esed êş û kulan dibînin.”
Serokwezîrê Fransa herwiha da xuyakirin, ku Esed berpirsyar e li hember kuştina bi hezaran welatiyên sûrî û tekez kir, her ji ber wê çendê pêwîste xelkê Sûriyeyê ji dest zordariya DAIŞê û Beşar Sed werin rizgarkirin.
Rudaw
