• Thursday, 19 February 2026
logo

Bexda ji bûdceya 2016yê para Kurdistanê diyar kir

Gulan Media September 16, 2015 Nûçe
Bexda ji bûdceya 2016yê para Kurdistanê diyar kir
Di projeqanûna bûdceya 2016ê ya Iraqê de, dîsa behsa rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatiye kirin û li ser wê bingehê 14 trilyon dînar (11,6 milyar dolar) bo Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Birîkarê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê Fazil Nebî ji Rûdawê re ragihand: “Di projeqanûna bûdceya 2016an a Iraqê de, bi heman awayê par, behsa rêkeftina firoştina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê şîrketa Somo ya Iraqî ve hat kirin û para Hewlêrê ji bûdceya Iraqê hat diyarkirin.”

Fazil Nebî wiha got: “Ji ber ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nehatiye nûkirin û nehatiye hilwişandin jî, lewma ji bo diyarkirina bûdceya Kurdistanê dê pişt bi rêkeftina berê bê girêdan, ku li gorî wê nêzîkî 11 milyar û 600 milyon dolar hatiye danîn.”

Hewlêr û Bexda lihev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê, Bexda jî % 17 ji bûdceya Iraqê ji Kurdistanê re bişîne.

Ji ber neşandina pereyan ji aliyê Bexdayê ve, Herêma Kurdistanê biryar da ku serbixwe petrola xwe bifroşe.

Nebî wiha domand: “Di projeqanûna budceya 2016 de, firotina her bermîlekê bi 45 dolaran hatiye texmînkirin, herwiha bûdceya Iraqê jî bi 113 trilyon û 500 milyar dînar hatiye texmîkirin.”

Beriya ku ew proje bo Parlamentoya Iraqê bê şandin, niha dê li Encumena Wezîran a Iraqê gotûbêj li ser were kirin.

Rudaw
Top