• Thursday, 19 February 2026
logo

Bakur – 5 polîsên hatin kuştin

Gulan Media September 16, 2015 Nûçe
Bakur – 5 polîsên hatin kuştin
Li Mêrdîn û Colemêrgê, di encama teqîna bombeyan de herî kêm 5 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li taxa Bariş a bajarê Nisêbînê, bombeyek bi panzêra hêzên polîs de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 3 polîs hatin kuştin ku tê gotin yek ji wan komîser bûye. Polîsek jî birîndar bû.

Her wiha li ser rêya Wan-Colemêrgê jî teqînek çêbû û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Hat gotin, piştî wan bûyeran hêzên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirine.

Rudaw
Top