• Thursday, 19 February 2026
logo

Kantona Cizîrê destdidayne ser mala penaberan

Gulan Media September 16, 2015 Nûçe
Kantona Cizîrê destdidayne ser mala penaberan
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê biryar da destdayne ser malê wan kesên ku jiber şer revîne û mal û milkên xwe bicîh hiştine.

Li gor beyanemayekê ku ji aliyê Nivîsîngeha Ragehandina Encûmena Yasadanan a Kantona Cizîrê hatiye ragehandin, derbarê mal û milkê wan malbatên koçber de biryarek hatiye wergirtin.

Di beyanameyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku ev yasa bi dengdana praniya endaman hatiye pesendkirin.

Di beyanameyê de hatiye gotin ku ”ev biryar bo parastina mal û milkên wan malbatane ku ne li Rojava ne, yan jî ne diyar in.”

Piştî pesendkirina vê yasayê otomobîl, xanî, şûnê kiştûkalî, bazirganî û bazirganî yê xelkê koçber dikeve jêr xizmeta Rêveberiya Kontonê û xelkê navçeyê.

Piştî destpêkirina Şoreşa Suriyê û şerê DAIŞ’ê bi deh hezaran hemwelatiyên Rojava ji welatê xwe derketin û rû li mişextê kirin.

Basnews
Top