• Thursday, 19 February 2026
logo

HILBIJARTINÊN EFRÎNÊ – ‘Pêkenok, zordestî û şahiya pêşwext’

Gulan Media September 15, 2015 Nûçe
HILBIJARTINÊN EFRÎNÊ – ‘Pêkenok, zordestî û şahiya pêşwext’
Kandîdên Partiya El-Wehde yan PYDKSê di hilbijartinên şaredariya Efrînê de li ser binpêkirinên TEV-DEMê di wan hilbijartinan de daxuyaniyek belav kirin û gotin ku TEV-DEMê bi darê zorê xelk neçar dikirin ku dengên xwe bidin kandîdên wê.

Kandîdên Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (PYDKS) yan El-Wehde ku di hilbijartinên şarederiyên Efrînê de beşdarî kiribûn, di daxuyaniyekê de hûrgiliyên ku bi gotina wan binpêkirinên TEV-DEMê li dijî wan in, belav kirin û rexneyê tund li TEV-DEM, PYD û Komisyona Hilbijartinan a Efrînê girtin.

Li gorî daxuyaniya kandîdên PYDKSê ku li Rojavayê Kurdistanê piranî bi navê El-Wehde tê naskirin, Komsyona Hilbijartinan ji roja pêşî ve ne bêalî bû, belku li dijî kandîdên partiya wan bû û hin zarokên ku temenê wan kêmtirî 18 salan û yên nexwende li ser sindoqan danîbû.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, Komisyona Hilbijartinan li cihê ku bêalî be, di roja ragihandina encamên hilbijartinan de bêaîltiya xwe derxist û weke aliyekî siyasî daxuyanî li dijî Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (PYDKS) dabû.

Derbarê lîsteyên hilbijartinê de, kandîdên PYDKSê dibêjin ku şeva hilbijartinan, Hêzên Asayiş û şervanên YPGê li ser xelkê bajarokê Şiyê geriyan û bi darê zorê lîsteyên kandîdan a partiya wan ji xelkê standin û li şûna wan, lîsteyên TEV-DEMê dan dengdêran.

Derbarê kartên hilbijartinê de jî, Kandîdên PYDKSê didin zanîn ku beriya hilbijartinan bi du rojan, kart li ser alîgirên wan hatibûn qutkirin û herwiha TEV-DEMê kartên hilbijartinê ji zarokên ku temenê wan kêmtirî 18 salan bûn amade kirbûn, û ew vê yekê bi tişteke deryasayî û ne di rê de wesif kirin.

Di daxuyaniya xwe de herwiha hat gotin, ku di her navendeke hilbijartinan de û di odeya dengdanê de, 10 endamên Asayişê û endamên Tevgera Ciwanên Şorşgêr , ku bi gotina daxuyaniyê helwestan fam nakin û bi tundî bi felsefeya PKKê tevdigerin, hebûn û wan lîsteyên PYDKSê yan jî El-Wehde bi gef û tirsandinê ji cemawerên wê distandin û lîstên TEV-DEMê bi darê zorê li ser wan ferz dikirin.

Li gor daxuyaniyê herwiha endamekî asayişê li ser her sindoqeke dengdanê beşdar bû û lîsteya TEV-DEMê dida dengdêran.

Kandîdên El-Wehde dibêjin ku TEV-DEMê hêz û desthilata xwe ya leşkerî di hilbijartinan de bikar anî û bi gotina wan vê yekê artêşa erebî ya Sûrî li bîra wan anî, dema ku serbazên hikûmeta Sûriyê bi xwînê deng didan serokê Sûriyê.

Li gor gotina kandîdên PYDKSê, TEV-DEMê tabûrên leşkerî anîbûn ser sindoqên hilbijartinan û bêyî ku kes li nasnameya wan binêre ew li ser navendên hilbijartinan digeriyan û bêtir ji carekê dengê xwe didan.

Di daxuyaniyê de herwiha ew yek jî hat ragihandin, ku TEV-DEMê beriya veqetandina dengan encam ragihandibûn û şahiyên serkeftinê ji aliyê TEV-DEMê ve li Cindirêsê hatibûn lidarxistin.

Li gor daxuyaniyê, nûnerên PYDKSê (El-Wehde) li ser sindoqan rastî hemû curên astengiyan hatine û ev yek gihiştiye asta gefa bi lêdanê û bikaranîna tundûtîjiyê.

Herwiha ew kandîd diyar dikin ku li ser tevahiya navendên hilbijartinan ala TEV-DEMê li şûna ala Kantonê hatibû bilindkirin û dibêjin ku ev yek dûrî hemû exlaq, pirensîp û rênimayan e û nîşana wê yekê ye ku ew qet şirîkatiyê qebûl nakin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, kandîdên el-Wehde dibêjin ku Tev-DEMê ev hilbijartin kirin pêkenokeke rasteqîn û derfeta şirîkatiyê û xizmeta herêmê xirab kirin.

Rudaw
Top