Mesrûr Barzanî: Pêwîste civaka navdewletî straktura deverê bide guherandin
Li gor zanyariyan, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Encûmena Senato ya Belcîkayê bi serokatiya Alain Destexhe kir.
Di dîdarekê de ku tê de Nûnerê Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî jî amade bû, şanda Belcîkayê behsa aramî û tenahiya li Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe li hember rewşa ewlehiyê li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Şanda Belcîkayê herwiha sipasiya gelê Kurdistanê û xweragiriya Hêzên Pêşmerge kir. Serokê Şandeyê Alain Destexhe herwiha amaje bi rêjeya zêde ya koçberan li Kurdistanê kir û got: Gelê Kurd, gelekî mirovdost û aştîxwaz û aştperwer e û pêwîst e ji aliyê civaka navdewletî ve zêdetir alîkariya wê bê kirin.
Di civînê de her du aliyan behsa arîşeyên dîrokî li herêmê û sedemên pirsgirêk û aloziyên niha li herêma Rojhilata Navîn kirin. Di vê bareyê de Mesrûr Barzanî bi hûrî behsa rewşa li deverê kir û sedemên wan giriftan destnîşan kir ku rewşa ewlehiyê têk birine.
Mesrûr Barzanî di axavtinên xwe de ji şanda Senatorên Belcîkayê re got: Eger em dixwazin dever tenah û xwedî îstîqrar be, pêwîst e straktura siyasî ya li deverê li ber çavan re bê derbaskirin, ew yek jî bi pileya yekem berpirsatiya civaka navdewletî ye.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de besha şerê rêxistina terorîstiya DAIŞê û pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge hat kirin û tekez li wê yekê hat kirin, ku Kurdistanê pêwîstî bi piştgîrî û alîkariya navdewletî heye.
Di dawiyê de şanda Senatorên Belcîkayê ragihand, ku ew dê hewl bidin Belcîka û Yekîtiya Ewropayê di hemû waran de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.
