Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Pîrên Belçîka kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan kir û rola Serok Barzanî li vê xebatê da bilind nirxand û her wiha ji bilî balkişandina bi têkoşîn û xebatgêriya wan, Barzaniyê Nemir bi qehremanekî dîrokî wesif kir. Şanda mîhvan eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku gelê Belçîka hevsoziyekî taybetî li gel gelê Kurdistanê da heye û tekez jî li wê yekê kir ku civaka navdewletî divê spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ku ji bilî hebûna kêşe û qeyranan hevkariya penaberan kirine û sedan hezar koçber û lêqewimiyan li xwe girtiye. Her wiha amadehiya xwe jî nîşanda ku bi hemû şiyanekî hewla ewe didin ku welatê wan û Yekîtiya Ewrupa hevkariyên zêdetirê serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin.
Li beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku nêrîn û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê hereşeya terorîstan û rewşa navçeyê û Iraqê bixe rû.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta welata Belçîka û welatên hevpeymanan ya ji bo hevsozî û yarmetîdana gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û li gotarek da behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçe û cîhanê kir û tekez li wê yekê jî kir ku rûbirûbûna terorê bi karê hemû aliyan û hevkariya welatan tê kirin û ji bilî li şerê serbazî pêwîste li rûyê fikrî û aborî û civakî ve jî şerê terorîstan bê kirin. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyanê ye û cûdahiya tayîfe û ol ji aliyê wan ve ne girînge û tu demek jî nabê beşek ji wê gengeşeya tayîfiya li navçeyê da li holê daye û destê dostayetî û aştiyê ji bo hemû pêkhat û tayîfeyek dirêj dike. Di derbarê qonaxa piştî şikestdana terorîstan û vegerandina koçberan Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste mîsogeriyek wiha hebê ku xelk bi dilniyayiyê ve vegerin û êdî karesat dûbare nebin.
Behskirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û her wiha paşaroja Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
