Barzanî: Divê Kurd bi aştî ji Iraqê cuda bibin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: Mafê XelkêKurdistanê yê xwezayî ye û gavên xwe ber bi serxwebûnê ve bavêjin. Lê rewşa niha rê bi gerentî na de bo parastina serxwebûnê.
Di hevdîtinekê de li gel kenala Rûsiya 24 de ku Îro 12 Eylûlê hate belav kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Mafê gelê Kurde ku gavekê jibo bidestxistina serxwebûnê bavêje. Lê rewşa niha gerentiyê nade parastina serxwebûnê.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez jî kir: Herêma Kurdistanê girîngiyek mezin dide yekalî kirina pêngava serxwebûnê lê bi şêweyekî aştiyane û gotûbêj kirin ligel Bexda. Lêbelê Bexda jî niha rastî çend pirsgirêkan tê ji xeynî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de.
Barzanî Got: “Pêwîste bi rengekî li pirsa cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê were nerîn ku ew pirsek demokratî asayî ye. Di rêya wergirtina nerîn û îradeya xelkê re.” û amaje bi wê jî kir: “Kurdan herdemê hewldane ku Iraq bibe welatekî fedral û democrat.”
