Dê Tirkiye karîkaturistê kurd bide dest hêzên tûndrew
Karîkatûrîstê Kurd Şahîn Berzencî li Îzmirê digel hin kurdên din hate binçavkirin û tê gotin ku wê dewleta Tirk wan bide destê rêxistina tundrew Ahrar ul Şamê.
Karîkatûrîstê Kurd Şahîn Berzencî li Îzmirê digel hin kurdên din hate binçavkirin. Birayê Şahîn Berzencî Sîpan Berzencî got; ”Têlefona birayê min û pismamê min digel wan e û Şahîn Berzencî gotiye dê dewleta Tirk me bide Ahrar ul Şamê.”
Herwiha Sîpan Berzencî got; ”Birayê min ji aliyê rejîma Esed ve jî tê lêgerîn. Eger ku birayê min bidin dest wan ew ê birayê min bikujin.”
Sîpan Berzencî aşkere kir ku birayê wî û merivên wî yên din ji bo Edenê hatine veguhestin û li wê derê nahêlin ku ti kes bi wan re biaxive.
Basnews
