• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Iraq û Sûriye yekparçe namînin

Gulan Media September 12, 2015 Nûçe
Amerîka: Iraq û Sûriye yekparçe namînin
Berpirsê ajansa îstixbarata Wezareta Bergiriya Amerîka general Vincent Stewart got, zehmet e Iraq û Sûriye yekparçe bimînin

Berpirsê ajansa îstixbarata Wezareta Bergiriya Amerîka general Vincent Stewart li Washigtone di konferanseke pîşesaziyê de ragihand, dibe ku Iraq û Sûriye ji ber şerê tayifî û etnîkî parçe bibin.

Vincent Stewart di konferansê de herwiha got, zehmet e careke din Iraq û Sûriyê weke welatên yekparçe bimînin.

Di derbarê Herêma Kurdistanê de jî Stewart got ku di baweriya wî de ew gotinên ku dibêjin dê kurd rojekê ji rojan vegerin cem hikûmeta navendî şaş in û tiştekî wiha çênabe.

Li ser Sûriyê jî ew berpirs pêşbînî dike ku ew welat dê bibe 2 yan jî 3 beş.

Ev jî di demekê de ye ku îdareya Koşka Spî hertim tekeziyê li ser yekpariya van herdû welatan dike.

Rudaw
Top