Dawî agahî li ser bûyera Mekeyê: 107 mirî û 230 birîndar
Li gor agahiyan, îro di dema merasima Hecê de eskeleya avakirina avahiyan kete nav herema nivêjkirinê di Keibeyê de û ji ber bûyerê hejmareke zêde ya heciyan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek hecî jî birîndar bûn.
Li bajarê Mekeyê ya Erebistana Siûdiyê îro saet 17.00ê ba û bahozê dest pê kir.
Ji ber ba û bahoza zêde li Keibeyê eskeleya avakirina avahiyan bi ser heciyan de qulibî.
Di encama bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê 107 kesan jiyana xwe ji dest dane û 230 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Ragihandina Rêvebiriya Bergiriya Şarsiatnî ya Mekeyê, Seîd Bin Serhan Elî jî ragihan, ku ji ber ketina eskeleya avakirina avahiyan di nava Mizgevta Heram (Mescid El-Heram) a herema Keibeyê de hejmarek ji heciyan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek ji wan jî birîndar bûne.
Seîd Bin Serhan Elî herwiha da xuyakirin, ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêde bin.
Li gor agahiyan, di nava birîndaran de 3 heciyên kurd hene ku piyê yek ji wan heciyan şikestiye.
Mirî û birîndar hemû ji wan heciyan in ku bo merasima hecê çûne Erebistana Siûdiyeyê.
Li gor agahiyan, derbarê bûyerê de rayedarên Erebistana Siûdiyeyê dest bi lêkolînê kirine.
Televizyona Alarabiya jî ragihand, ku Emîrê Herêma Mekeyê, Emîr Xalid Feysel biryar daye ku derbarê çawaniya ketina eskeleyê de bi zûtirîn dem lêkolîn were kirin û encamên wê di demek nêzîk de were ragihandin.
Berdevkê ragihandinê yê karûbarên Tendirsutiyê li Mekeyê, Ebdulwehab Şilbî di daxuyaniyekê de ragihand, cenazeyên heciyên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, rakirine nexweşxaneya El-Meîsem a bajarê Mekeyê.
Ebdulwehab Şilbî herwiha da xuyakirin, birîndarên bûyerê jî bo nexweşxaneyên Ecyad, Elmelik Ebdulezîz, Elmelik Feysel û nexweşxaneya Elnûr hatine veguhastin.
Endamê Şandeya Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê yê bo karûbarên hecê, Karwan Stunî ji Rûdawê re ragihand: “Em hewl didin agahiyan derbarê bûn an jî nebûna heciyên kurd di nava qurbaniyên vê bûyerê de kom bikin û bi rêya ragihandinê ji xelkê Kurdistanê re rabigihînin.”
Karwan Stundî herwiha da xuyakirin: “Heya niha ew agahdarî wê çendê ne, ku 3 heciyên kurd birîndar in û niha li nexweşxaneyên Siûdiyeyê ne.”
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Serdar Qurbanî jî ji Rûdawê re got: “Çend heciyên kurd birîndar bûne ku yek ji wan xelkê Dihokê ye û piyê wî şiestî ye.”
Rudaw
