AK Partiyê partiyên Başûr vexwandin Enqerê
Sibe 12ê Îlonê saet 10:00 sibehî Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bajarê Enqerê ya paytextê Tirkiyeyê pêncemîn kongreya asayî ya xwe lidar dixe û bo wê çendê jî hejmarek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bang kiriye.
Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistin, AK Partî bo kongreya xwe ya sibê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamiya Kurdistanê vexwandine Tirkiyeyê da ku beşdarî di 5mîn kongreya wê de bikin.
Li gor agahiyên Rûdawê, jibilî Tevgera Goranê ku vexwandina AK Partiyê red kiriye, hemû partiyên din biryar dane ku di kongreya AK Partiyê de beşdar bin.
Rûdawê herwiha zanî, ku piraniya şandeyên wan partiyan îro saet 18:00 li gorî dema Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve birêketin.
Şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê partiyê Fazil Mîranî û endamîtiya Berpirsê Pêwedniyên Dîplomatîk ê PDKê Hêmin Hewramî û Berpirsê Pêwendiyên Neteweyî û Kurdistanê Ehmed Kanî di kongreyê de amade dibin.
Şanda Komela Îslamiya Kurdistanê bi serokatiya Emîrê Komelê Elî Bapîr û endamîtiya Mihemed Hekîm û Hecî Qasim dibe.
Şanda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî ji Endamê Polîtboruya Yekgirtû Omer Mihemed, berpirsê Liqa Yekgirtû li Hewlêrê Soran Ehmed, Berpirsê Liqa Dihokê Mihemed Mistefa û Berpirsê Liqa Yekgirtû li Şarezorê Celal Tahîr pêk tê.
Tevgera Îslamiya Kurdistanê jî şandekê bi serokatiya Rêberê partiyê Irfan Elî Ebdulezîz û endamîtiya Nûnerê Tevgera Îslamî li Tirkiyeyê Hecî Aso dişîne kongreya AK Partiyê.
Li gor agahiyên Rûdawê, Ji aliyê YNKê ve jî Berpirsê Pêwendiyên YNKê Seidî ehmed Pîre dê biçe kongreya AK Partiyê.
Hat zanîn, ku Tevgera Goranê vexwandina AK Partiyê bo beşdarbûn di kongreya wê de red kiriye.
Berpirsê Odeya Pêwendiyên Dîplomatîk ên Tevgera Goranê, Mihemed Tofîq Rehîm ji Rûdawê re ragihand: Goran beşdarî di kongreya AK Partiyê de nake.
Ji aliyekê din ve hat gotin, ku Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî dê bi nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 5mîn kongreya AK Partiyê de amade bibe.
Rudaw
