Termên 4 ciwanên Kelar hatin dîtin
Piştî diyarnemana termên 4 ciwanên xelkê Kelar`ê di nava wan 71 penaberên ku li welatê Nemsa di nava barhilgirekê de hatin dîtin aşkere bû ku ew 4 kes xelkê Navçeya Kelar in.
Kesûkarên wan ji welatekî din yên Ewropa çûn welatê Nemsa û piştî dîtina pencemor û termên wan nasnameya wan aşkere bû.
Her yek ji Mihemed Salih û Azad Rehîm xelkê bajarê Kelar in û Îbrahîm Elî û Aso Mihemed xelkê Navçeya Bawenûr in.
Eve di demekê de ye ku, ew 4 kes di nava wan 71 kesan de bûn ku bi mirî di nava otombêleke barhilgir ku ji Hengariya diçûn Nemsa hatin dîtin.
Xendan
