• Thursday, 19 February 2026
logo

Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî rewşa tendirustiya serpereştiyarê mîhwerê Kerkûkê pirsî

Gulan Media September 11, 2015 Nûçe
Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî rewşa tendirustiya serpereştiyarê mîhwerê Kerkûkê pirsî
Roja înê 11.09.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve bi mebesta agahdarbûn û tekez kirina li tendirustiya birêz Mihemed Hacî Mehmûd, peywendiya bi birêz Mihemed Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê kir.

Li vê peywendiyê da Serok Barzanî spasî Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûk û Fermande û Pêşmergeyên qehreman kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên operasyona hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Mîhwerê Başûrê Kerkûkê kir.

Top