Aloziya li Tirkiyê derbasî Almanyayê jî bû
Xwepêşandan ji aliyê Partiya Demokratîk Gelan (HDP) ve hatibû organîzekirin û armanc şermezarkirina aloziya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû.
Li gor polîsên alman, derdora hezar kesî tevlî xwepêşandanê bûn û hêj di dema meşê de hinek tirkên ji çalakiyê aciz hewl didan aloziyê derxînin.
Piştî xwepêşandanê saetekê, çalakî di seet 19:20 de qediya, lê konvoyeke ji 30-40 otomobîlan hatin cihê çalakiye û alên Tirkiyê hejandin.
Pistî şerê devkî di navbera kurdan û şoferên tirk yên otomobîlan de, xwepêşandarên kurd şûşe avêtin otomobîlan.
Bi destwerdana polîsan alozî bi dawî bû.
Li gor polîsan, kesek birîndar nehat tomatkirin û kesek jî nehat binçavkirin. Lê polîsan ji ber têkbirina ewlekariyê dest bi lêkolînan kiriye.
Heryekî ji serokên Civaka Tirk li Almanyaye û Civaka Kurd li Almanyaye Gokay Sofuoglu û Elî Ertan Toprak bûyer şermezar kirin û banga aramiyê li kurd û tirkên li Almanyayê kirin.
Rudaw
