• Thursday, 19 February 2026
logo

Dorpêça li ser Cizîra Botan ket roja heftemîn - Şer û pevçûn didome

Gulan Media September 10, 2015 Nûçe
Dorpêça li ser Cizîra Botan ket roja heftemîn - Şer û pevçûn didome
Dorpêça bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve ket roja heftemîn. Şanda HDPê jî, ku ji bo şikandina dorpêça bajêr ketibû rê, hat tiqûfkirin.

Rewşa awarte û qedexeya derketina derve ya li bajarê Cizîra Botanê ket roja heftemîn. Li gorî agahiyan, di nav bajêr de ku ji aliyê êzên Tirk ve hatiye dorpêçkirin, dengê şer û teqînan tê.

Li gorî ajansa DÎHAyê, şeva borî li Cizîra Botanê 3 kes ji aliyê hêzên polîs ve hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan ne baş e.

Her wiha hat gotin ku xelkê bajêr derdikevin derve û bi beroş, tawe û fîskaniyê êrişa hêzên polîs şermezar dikin.

Ji aliyekî din, şanda HDPê ya ku bi mebesta şikandina dorpêça li ser Cizîra Botanê, ji Amedê ketibû rê, di navbera bajarên Hezex û Cizîra Botanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat tiqûfkirin.

Hat gotin ku hêzên ewlehiyê ji şanda HDPê re gotine, mezin me ferman dane, em nahêlin hûn derbasî Cizîra Botan bibin.

Di nav şanda HDPê de, hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, her du wezîrên hikûmetê yên HDPê û 40 parlamenterên wê partiyê û gellek welatî hene.

Rudaw
Top