Kurdistan niha zêdetirî 1 milyon û 100 hezar bermîl petrolê berhem tîne
Rêxistina DOOR ku ku derbarê petrola Kurdistanê lêkolînan dike, bi raporekê amara rêjeya petrolê ya Herêma Kurdistanê di meha Tebaxê aşkere kir û amaje bi wê yekê kir ku hilberîn û hinardeya petrolê bilind bûye.
Berpirsê rêxistinê Wurya Hewramî ragehand ku bi roxmê hebûna astengiyên siyasî û ewlekariyê, plana berhemanîna neftê li gor xwe birêve çûye û eve jî nîşaneyek başe bo karûbarên petrola Kurdistanê.
Li gor raporê rojane rêjeya hilberîna petrola Kurdistanê gehiştiye milyonek 155 hezar bermîlê û 975 hezar bermîl jî tê hindardekirin.
Rapor dibêje 180 hezar bermîl jî di bazara navxweyî de tê xerc kirin.
Herêma Kurdistanê piştî ku Hikûmeta Iraqê rêkevtina petrolê ya di navbera her du aliyan cîbicî nekir, niha bi awayeke serbixwe petrola xwe dişne derve û difiroşe.
