Keça kurd a êzîdî, teklîfa Serokê Fransayê red kir!
Keça kurd a êzîdî Cînan Badil, ku tevlî konferansa Parsî ya li ser şerê DAIŞê û mexdûrên nakokî û şerên ayînî û etnîkî bibû, bi Serokê Fransa Franços Hollande re diyalogek biçûk kir.
Hollande ji Cînan re got, eger tu bixwazî em dikarin mafê penaberiyê bidin lê Cînan, ku serpêhatiya xwe di pirtûka bi navê “Cînan; Koleya DAIŞê” de aniye ziman, pêşniyara wî qebûl nekir û jê xwest, di şerê DAIŞê de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike.
Hollande jî soz da wê keça kurd û got, em spasiya te dikin û hêviya me ji te ew e ku hîn zêdetir behsa êş û azara xwe bikî. Divê tevahiya jinan li hember tundiyê bên parastin, emê jî te li Fransa biparêzin.
Cînan piştî wê diyalogê, ji Rûdawê re behsa axaftina xwe û Hollande kir û got, Serokê Fransa ji min re got, ez li pişta we me. Got, peyama min bigihîne kurdan û ji wan re bêje, ez bi wan re û ew birayêd min in…
Rudaw
