Selahattin Demirtaş didin dadgehê
Serdozgeriya Komarê ya Amedê jiber daxuyaniyên doh ên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî daxuyaniyên doh ên Selahattin Demirtaş, bo tometa ku ”li dijî Serokomar axiviye û xelk sor kiriye bo serhildanê” lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragehand ku Demirtaş propagandaya terorê kiriye û heqeret li milletê Tirk kiriye. Ji ber vê yekê ji Wezareta Dadê daxwaz kir ku parêzbendiya yasayî ya Demirtaş jî bê stendin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê doh li Amedê di daxuyaniyek çapemeniyê de gotibû ku AKP û MİT bi hevre çeteyan birê dixin û êrîşê avahiyên HADP’ê dikin. AK Partî jiber nekariye 400 parlamenteran bistîne van êrîşan dike. Demirtaş daxuyandibû ku berpirsê êrîşên li Kurdistanê jî serokwezîr û serokomar in.
Demirtaş diyar kiribû ku ew kesên êrîşê avahiyên HDP’ê dikin hemû jî têne nasîn û hemû jî dê bêne girtin, bikevin zindanan.
Herwiha bang li xelkê kiribû û gotibû ku heger êrîşê we bikin hûn jî bi caran bersiva xwe bidin û mafê xweparastinê bikar bînin.
Basnews
