Tirkiye – Li gellek bajaran, kurd rastî êrişa tirkan tên
Bi gurrbûna şerê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, hêrs û êrişên li dijî kurdan jî zêde dibin.
Li rojavayê Tirkiyê û li bajarên mîna Îzmîr, Aydin, Balikesîr, Denîzlî û Antalyayê, tirkên nijadperest bi hêceta şermezarkirina teror û PKKê, êrişî avahiyên HDPê, mal û warên kurdan kirin û ziyanek mezin li wan dan.
Li gorî agahiyan, li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, mala kurdekî Dêrsimî, bi hêceta ku ala Tirkiyê bi dîwarê xwe ve nekiriye, rastî êrişa tirkên nijadperest. Di bûyerê de ziyan gihîşt xanî lê tiştek bi endamên malbatê nehat.
Pêla vê hêrs û êrişa li dijî kurdan, bi taybet piştî teqîn û şerê Oramar û Îdirê zêde bû.
Di şerê Oramar û Îdirê de herî kêm “30” leşker hatibûn kuştin û gellek leşker jî birîndar bibûn.
Rudaw
