• Thursday, 19 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê alîkariya êzidiyan kiriye

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê alîkariya êzidiyan kiriye
Endama êzîdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl eşkere kir ku heta niha nêzîkî 2200 kurdên êzîdî ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin. Herwiha da zanîn ku, jibilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne Hikûmeta Iraqê û ne jî civaka navdewletî tî alîkarî pêşkêşî kurdên êzîdî nekirine.


Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl got, 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn lê heta niha nêzîkî 2200 kes hatine rizgarkirin.

Viyan Dexlîl anî ziman ku ji wan kesên ku hatine rizgarkirin, 800 kes jin in, hinek jê zilam in û yên din jî hemû zarok in.

Wê parlamentera kurd herwiha da zanîn ku meha Mijdara îsal dê li Fransayê konferansek li ser şer û qirrkirinê (jenosîd) were lidarxistin û got, ji bo wê konferansê jî dê hefteya bê civînek were kirin û emê belge û agahiyên li ser komkujî û qirrkirina êzîdiyan radestî rayedaran bikin û ew jî dê bidin Dadgeha Navdewletî ya Tawanan.

Çekdarên DAIŞê par havînê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn, bi hezaran kes revandibûn, bi hezaran kes jî komkuj kiribûn.

Herwiha da zanîn ku, jibilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne Hikûmeta Iraqê û ne jî civaka navdewletî tî alîkarî pêşkêşî kurdên êzîdî nekirine.

Top