Fransa 24 hezar û Birîtanya 20 hezar koçberan werdigrin
Serokwezîrê Birîtanya David Cameron di vê bareyê de ragihand, welatê wî berpirsatiya exlaqî li ser milê xwe qebûl dike û dê beşek ji wan koçberên sûrî werbigre ku ji ber şerê li Sûriyeyê berê xwe dane Ewropayê.
Cameron herwiha amaje bi wê yekê jî kir, di heyama 5 salên dahatî de Birîtanya dê 20 hezar koçberên sûrî werbigre.
Herwiha hikûmeta Birîtanyayê biryar da ku bûdceyek taybet bo alîkariyên derve û bo koçberan terxan bike.
Her derbarê kirîza koçberiyê û wergirtina koçberên sûrî yên ku berê xwe didin Ewropayê, Fransayê jî biryar da ku berdewam be li ser pêşkêşkirina alîkariyan bi wan û herwiha hejmarek ji wan jî werbigre û li ser axa xwe bihewîne.
Hikûmeta Fransayê herwiha ragihand, dê di navbera 2 salên dahatî de 24 hezar koçberan werbigre.
