Metirsiya Kerkûkê- Bila ereb vegerin
Welatiyekî kurd bi navê Mihemed Ebdulah (70 sal) ku di jiyana xwe de gelek êş û nexweşî dîtiye dibêje: “Ez hêvî dikim rojek bê û hemû ereb vegerin cihên ku jê hatine. Bêguman dê rojek bê û hemû xelkê Kerkûkê bibin kurd, ku rewş wek niha namîne, ku em nikarin serê xwe bilind bikin.”
Piştî ketina rêjîma Iraqê sala 2003an, kurdan hêvî kir ku hemû ereb ên ku rêjîmê anîbûn Kerkûkê bo bierebkirina wî bajêrî, vegerin cih û warên xwe. Biryar bû referandûn li ser çarenivîsa kerkûk û navçeyên din ên madeya 140 hatiba kirin, lê heta niha ew yek pêk nehatiye. Jibilî têkçûna wê biryarê, tê dîtin ku hatina ereban û bi taybetî piştî hatina DIAŞê zêdetir bûye.
Zêdetirî nîv milyon koçber
Serokê Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de, Ehmed Eskerî ragihand: "Nêzîkî 550 hezar koçber ji parêzgehên Diyala û Selahedîn û bajarên din ên Iraqê ji ber şerê DAIŞê reviya ne û berê xwe dane Kerkûkê."
Ehmed Eskerî wiha got: “Me welatî û hemû dezgehên îdarî li kerkûkê agahdar kirine ku hişyarî têkeliyê bi koçberan re bikin û rê nedin wan ku nasname û dosyeyên xwe veguhêzin ser parêzgeha Kerkûkê. Her aliyek wê yekê neke dê dê rastî cizayê were, ji ber ku me ezmûneke tal û nexweş bi erebkirina Kerkûkê û mana koçberan re heye.”
Encumena Wezîran (Hikûmeta Iraqê) rê da koçberan dosye û nasnameyên xwe veguhêzin ser îdareyên wan cihên ku niha lê ne, ku ev yek ziyaneke mezin digihîne Kerkûkê.
Tê zanîn ku Bexa û bajarên din ên şîeyan li Iraqê deriyê xwe ji koçberên sunî re venekirin û piraniya wan koçberî Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bûne.
Eskerî wiha domand: “Me ew biryara hikûmetê bilez red kiriye, ji ber ku niha gelek koçber dikarin vegerin ser mal û cigên xwe, bi taybetî jî koçberên Diyala ku ew parêzgeh bi temamî rizgar bûye, herwiha ti pirsgirêk li parêzgeha Selahedîn jî tune ne.”
Bexda razî bûye li ser vegera wan
Ne tenê ji aliyê demografî ve hatina wan ereban metirsî li ser Kerkûkê heye, lê belê ew koçber bûne barekî giran li ser mile Kerkûkê, ku niha welatî gazinan ji ber kêmiya xizmetan dikin.
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî wiha got: “Kêmiya xizmetan, ji av û karebayê sedema wê hebûna hejmarek zêde ji koçberan e, ji ber vê yekê jî em niha dixwazin wan vegerînin navçeyên wan.”
Rêbwar Talebanî wiha domand: “Me zextek mezin li Hikûmeta Iraqê kir ku van koçberan vegerîne cihên wan û di dawiyê de razî bû li ser vegerandina koçberên li Kerkûkê.”
Tê zanîn ku niha kurd û Hêzên Pêşmerge wê parêzgehê diparêzin, ew jî ji dema ku Artêşa Iraqê ji ber DAIŞê ji wir reviya.
Berpirsekî ji hêzên ewlehiyê li Kerkûkê dilgiraniya xwe ji ber bicihneanîna Bexdayê ji wê biryarê re diyar kir û got, kê gotiye Bexda dê vê biryarê bi cih bîne?. Gelak malbatan qerebû ango tawîz wergirtine û hêj ji Kerkûkê derneketine.
Lê Rêbwar Talebanî ragihand: “Ti metirsî ji wan malbatan tune ye, ji ber ku ti doseyên wan li Kerkûkê nemane û ew nikakarin di referandûma çarenivîsa bajêr de jî beşdar bibin.”
Molet 1 meh
Berpirsên Kerkûkê dibêjin, koçberan mehek molet wergirtine ku divê ji Kerkûkê derkevin û yên ku naxwazin jî dê bera wan bidin.
Çavkaniyekî ji hêzên ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha 50 endamên DAIŞê li Kerkûkê di nava koçberan de hatine girtin û hêj dê nava wan de hene.”
Lê Cîgirê Berpirsê Asayişa Kerkûkê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Azad Şêx Celal ew yek piştrast kir û da zanîn ku piraniya wan endaman xelkê Diyala ne û wiha got: “Guman heye ku şaneyên veşartî yên DAIŞê di nava koçberan de hebin.”
Rudaw
