Mihemed Rauf: Nabe Serokê Herêmê bê desthilat be
Serokê Encûmena Serokatiya Partiya Yekgirtû Îslamî Mihemed Raûf ragehand ku derbarê pirsa hilbijartinên serokatiya herêmê de kartekê parlamenê hebû û ew jî şewitand.
Serokê Encûmena Serokatiya Partiya Yekgirtû Îslamî Mihemed Raûf di hevpeyvînekê de li gel govara Gulan derbarê qeyrana siyasî ya li ser hilbijartinên serokatiya herêmê axivî û got ku ”ew kes û aliyên ku di vê mijarê de bi yek gotinê jî êş û azar dabine xelkê, ji gotinên xwe poşman dibin, yên poşman nebin jî nexweşê derûnî ne.”
Rauf daxuyand ku rûniştina parlamenê ya 19’ê Tebaxê ne rast bû ji ber ku beriya rûniştinê PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû lihev kiribûn ku rûniştin neyê kirin. Lê dîsa jî hindek aliyan hewl dan vê rûniştinê bikin lewma qedir û qiymeta xwe li ber çav negirtine. Raûf got: ”Ji ber vê yekê kartekê parlamenê hebû û ew jî şweitand.”
Serokê Encûmena Serokatiya Partiya Yekgirtû Îslamî Mihemed Raûf rexne li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku bi çavek lokalî li demokrasiyê dinerin û got: ”Kêm ezmûn û ne şareza ne. Divê partî çanda xwe ya demokrasiyê pêş bixin.”
Raûf herwiha got: ”Serokê herêmê kî dibe bila bibe, nabe bê desthilat be.”
Mihemed Raûf derbarê amadebûna nûnerên DYE, YE û NY ya di civînê de girig nirxand û wiha got: ”Jiber ku ew paşeroja welatê me dibînin. Sê aliyên mezin ên cîhanê stratejiyek mezin bo navçeyê dadirêjin. Rawestgaha yekem a agiring jî Kurdistane.”
Raûf diyar kir ku mercê serkeftinê bo parlamenê eweye ku berpirsên partiyan û serokên partiyan bixwe di nava parlamenê de bin û ne ku çend ciwanên xwîngerm bi navê serokên partiyan di parlemenê de şer bikin.
Basnews
