PKKê li Şirnexê êrişî polîsên tirk kir
Li ser rêya navbera Idîl – Cizîrê ya ser bi Şirnexê ya bakûrê Kurdistanê ve gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombeya çandî ji dûr ve bi kontrolê bi otombêla polîsan ve teqandin û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gor nûçeya Radîkal tirkî, îro 31ê Tebaxê danê pêş nîvro bombeyeke çandî ku gerîlayên PKK li ser rêya di navbera navçeya Îdil – Cizîra Botanê danîbûn bi otombêleka polîsên balafirxaneya Şerefedîn Elçî de teqandine û ambulans berve cihê bûyerê diçûn.
Li gorî nûçeyê hêzên ewlekariyê rêya otostardê daxistine û hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
