• Thursday, 19 February 2026
logo

Lîsteya Shindlerê kurdan!

Gulan Media August 31, 2015 Nûçe
Lîsteya Shindlerê kurdan!
Bazirganê cihu li welatê Kanada, Steve Man dest bi projeyekê kiriye bo rizgarkirina keç û zarok û jinên kurdên êzîdî û mesîhî ji destê rêxistina DAIŞê. Ji wî bazirganî re ya herî girîng rizgarkirina wan kesan e.

Projeya Steve Man navê wê “Azadkirina Zarokên Mesîhî û Êzîdiyên Iraqê” ye û heta niha wî 128 keçên zarok ên kurdên êzîdî ku wek koleyên seksî ji aliyê DAIŞê ve bikar dihatin, rizgar kiriye.

Man ragihand ku li hember azadkirina wan zarokan ew hinek pere dide. Herwiha wê yekê red dike ku bi wan pereyan DAIŞ bihêz dibe.

Ew bazirgan ku xelkê bajarê Montreal li Kanada ye ji radyoya CBC re ragihand: “Ya herî girîng li cem min rizgarkirina wan kesan e. Pereyê ku ez didin li hember rizgarkirina wan kesan li gorî pereyên DAIŞê pir kêm e, ji ber ku wek em dizanin DAIŞ xwedî 4 milyar dolar e. Lewma 2 – 3 hezar dolar qet wê rêxistinê bihêz nake. Em ligel kesekî navbeynkar kar dikin.”

Projeya Man ligel tîmeke cihê baweriyê li Iraqê birêve diçe, ew jî bo kirîna azadî û jiyana jin û zarokan.

Steve Man wiha got: “Em pereyan kom dikin, tîmeke cihê baweriyê heye, budce digihê wan kesan. Wan kesan di nava 15 salên borî de pêwendiyeke baş li navçeyê çêkirine. Di nava Mûsilê de jî xelk hene ku alîkariya vê tîmê dikin.”

Ev bazirganê kanadî navê Cihuyê Shindler lê kirine, ew jî navê wî bazirganê almanî ye ku di dema şerê cîhanî yê duyem de zêdetirî 1200 cihu ji mirinê rizgar kir.

Man wiha domand: “Ya herî girîng li cem min, rizgarkirina wan kesan e, wek çawa Şndler jiyana çendîn cihuyan rizgar kir, ew jî li hember pereyan bo naziyan bi awayekî neyasayî.”

Ew dibêje, bo jin û keçên biçûn hercar pirsyar ew e ku çend caran rastî destdirêjiyê hatine, çendîn car hatine firştin, “me bihîstiye ku rastî lêdan û tundiyê tên, xwarinê nadin wan û wan dixin qefesan de. Herwiha gefa şewitandinê li wan dikin eger razî nebin sex bikin.”

Steve Man, ji ber ku cihu ye bi vî karî rabûye û ew dibêje: “Ev alîkarî tiştekî pir normal e. Em 6 salan li hêviya xelkê man ku bersiva me bidin û alîkariya me bikin.”

Rudaw
Top