Penaberên ereb li dijî Kurd xwepêşandan dikin
Jêderekê li parêzgeha Diyaleyê ku nexwest navê xwe belav bike ji Xendanê re ragihand: Demjimêr 1.45 xulek danê baş nîvroya îro yekşemê , penaberên ereb xelkê Celewla û navçeyên dewrûberê wê ku ev saleke penaberî bajarê Baqubê bûne, du xwepêşandan destpê kirine û daxwaza wê yekê kirine ku bi lez kar ji bo vegera wan bo bajaroka Celewla bikin.
Her weha xwepêşanderan bi diruşmên xwe amaje bi wê yekê kirine ku Celewla navçeyekî Erebiye û hikûmeta herêmê mafê Celewlayiyan xwariye.
Ew herdu xwepêşandan li du cihên cuda li parêzgeha Diyaleyê hatine encam danê yek jê li pêşiya avahiya encûmena parêzgehê bûye û ya dinê jî li qada Felahe navenda Baqubê bûye.
Xwepêşandana ew penaberên ereb û dijayetîkirina Kurd di demekê de ye ku Celewla yek ji ew navçeyên ku ji herêmê hatine qutkirinê û dawiya sala 2014`an hêzên pêşmerge ji destê terorîstên DAIŞ`ê rizgar kirinê ye.
Xendan
