Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Kurdistanê û rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan û serkeftinên vê dawiyê yên Pêşmerge li mîhwera Başûrê Kerkûkê, xistin ber behs û Serok Barzanî carekî din destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman kir û spasî xweragirî û cangoriya Fermande û Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî rola birêz Mihemedê Hacî Mehmûd li destpêka şerê sepandiya terorîstan de bilind nirxand ku rêzdar wekî Pêşmerge û Fermandeyekî aza û can li ser dest beşdarî bergirîkirin û serkeftinên hêzên Pêşmerge kiriye û ji bo wî hêviya serkeftinên zêdetir xwest.
