• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Richard Fadden civiyan

Gulan Media August 31, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Richard Fadden civiyan

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwermendê civata ewlekariya Kanadayê kir.

Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya hevpîşeyê xwe yê Kanadayê Richard Fadden û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Kanadayê yê li Îraq, urdin û çend berpirsên din yên Kanadayê tê de amade bûn behsa pêdiviyên giştî yên şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevkariyên leşkerî û herwiha pêşhatên siyasî û ewlekarî yên vê dawî hate kirin.

Derbarê pêdiviyên bo têk birina terorîstên DIŞIê û karînên terorîstên DIŞIê de behsa erkê civaka cîhanî di warê leşkerî, darayî û peywendiyên hember terorîstan û herwiha pêdiviyên asta îdeolojîkî ya terorîstan a ji aliyê welatên îslamî ve kir.

Di berdewamiya civîna han de heyeta Kanadayî jî ev yek dûbare kir ku Kanada berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê û Kanada qurbanî dan û şerê Kurdistanê ya li dijî terorîstên DIŞIê bilind dinirxîne û her tim li ber çavan e.

Derbarê danûstandinên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya danûstandinên han yên bo çareser kirina kêşeyên heyî kir û got: Ew tiştên ku niha li Kurdistanê de diqewmin nîşaneya serkeftî bûna prosesa demokrasiyê ye ku hevdem li gel dijwar bûna kêşeyên heyî lê hêzên pêşmerge û ewlekarî bi yekgirtî mane û di eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê de parastina Kurdistanê dikin.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ew danûstandinên han di demeke nêz de bigehêjin encamên baş û ev encamên han di xizmeta berejwendiyên netewî yên gelê Kurd û Kurdistanê de bin.
Top