• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKKê berpirsekî AK Partiyê revand

Gulan Media August 30, 2015 Nûçe
PKKê berpirsekî AK Partiyê revand
Hat îdia kirin, li navçeya Mazgêrda Dêrsîmê gerîlayên PKK Serokê AK Partiyê yê Şaxa Mazgêrdê Suleyman Canpolat revandin.


Li gorî agahiyan, vê êvarê saet 20.30ê gerîlayên PKKê li nêzîkî gundê Danaburun ê navçeya Mazgêrdê rê li ber wesayîtan girtin. Hat gotin di nav wan de otomobîla Suleyman Canpolat jî hebû.

Gerîlayên PKKê yên li ser rê nasnameya ajokar û rêwingiyan dixwestin, Suleyman Canpolat û muxtarê gundê Goktepeyê, Gokhan Sonar jî otomobîlê peyakirin.

Hat îdiakirin gerîliyan PKKê Canpolat li gel xwe birin û Gokhan Sonar jî serbest berdan.

Rudaw
Top