• Wednesday, 18 February 2026
logo

Polonya: Em giringî didin rola Pêşmerge ya li dijî terorê

Gulan Media August 29, 2015 Nûçe
Polonya: Em giringî didin rola Pêşmerge ya li dijî terorê


Konsolê Polonya li Hewlêrê Renata Techensan pesnê serkeftina Pêşmerge ya li dijî terorê da û daxuyand ku dê alîkariyên welatê wê ya ji bo Hêzên Pêşmerge berdewam bike.

Konsolê Polonya li Hewlêrê Renata Techensan îro bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku ew xweşhale ku pêwendiyên welatê wê li gel Herêma Kurdistanê baş in.

Techensan ragehand: ”Polonya rola Pêşmerge ya li dijî terorîstan girig dinirxîne. Derfetên min çêbûn ku rewşa eniyên şer bibînim. Li dijî terorîstên DAIŞ’ê dê hevkarî û alîkariya me ya ji bo Hêzênên Pêşmerge bidome.”

Hikûmeta Polonya par meha Hezîranê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê konsolxaneya xwe vekiribû. Di merasîma vekirinê de Wezîrê Karên Derve yê Polonî Radoslaw Sikorski, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karê Derve yê Siwêdê Carl Bildt û Wezirê Karên Derve yê Bulgarya Nikolay Mladenov jî amade bûn.

Basnews
Top