• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDP: Ji 17 Hezîranê heta niha 78 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
HDP: Ji 17 Hezîranê heta niha 78 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane


Desteya Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi daxuyaniyekê nivîskî ji piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê heta niha derbarê kuştin û girtina hemwelatiyên sivîl de raportek aşkere kir.

HDP’ê ragehand ku ji 7’ê Hezîranê heta 26’ê Tebaxê hezar 628 kes hatine binçavkirin û ji van 298 kes hatine girtin. Ji 17’ê Hezîranê heta 26’ê Tebaxê jî 78 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Herwiha hate gotin ku di navbera rojên 4 û 19’ê tebaxê de li dijî 9 navendên HDP’ê êrîş hatine encamdan.

Basnews
Top