Li Kobanê û Til Temir DAIŞ`ê windahiyên mezin dan
Li gor daxuyaniyê hêzên YPG şeva bûrî li nêzîjî gundê Xêbiş a giredayî Til Temir 2 hêrîşên cuda birin ser komên çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê, û di encama şer û pevçûnan de 9 çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Her weha di hêrişê duyemîn a ku li xaleke cuda de otombêlek çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê tevî çekdarên di nav de hat ruxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên di nava otombêlê de nehat zelalkirin,her wea hêzên YPG komeke çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê ya ku dixwast wekî mûdexale were qadê jî hedef girt ku di encam de 2 çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Kobanê - Li gundê Sepeta Ereban a Başûrê Kobanê de şer û pevçun di navbera hêzên YPG û komên çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê de şeva bûrî gelek dijwar ûencam de 6 çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Her weha li gundê Girêk a heman herêmê 2 çekdarên terorsît yên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên YPG ve hatine kuştin.
H.F
Xendan
