• Saturday, 16 May 2026
logo

Ebadî li ser dûrxistina alîgirên Malikî berdewame

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Ebadî li ser dûrxistina alîgirên Malikî berdewame
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berdewame li ser ji nav birina biryarên hevşanê xwe yê kevin Nûrî Malikî, bi taybetî derbarê damezrandina kesên nêzîl Malikî.

Li gor ku çavkaniyeke nêzîk ji Heyder Ebadî ragihandiye, navbûrî bi nivîseke fermî Ehmedê kurê Nûrî Malikî ji hemû post û desthilatekê bêpar kiriye, ku di serdema bavê wî de ew desthilat di dest de bûn.

Di biryara nivîskî ya Ebadî de hatiye, Ehmed Nprî Malikî ji posta alîkarê rêveberê nivîsgeha serokwezîr û serpereştiyarê birêvebirina pêgehên navçeya kesik, hatiye dûrxistin û kesekî din li şûna wî hatiye diyarkirin.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê biryar da ku, Mehdî Mushin Elaq bû bi rêveberê giştî yê nivîsgeha serokwezîr, li şûna Hamid Mûsewî ku ji Malikî nêzîk bû.

Basnews
Top