Li Mûsil DAIŞê kenîseya Mar Gorgîs teqand
Berpirsê ragihandin û kargêrê liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memozînî ji PNA re ragihand:´´demjimêr şeş êvariya duh duşembe, terorîstên DAIŞ li taxeke erebnişîn a bajarê Mûsilê, kenîseya Mar Gorgîs teqandin û di encam de tevahiya avahiya kenîseyê herifî.´´
Seîd Memozînî herwiha got:´´ piştî kontrolkiirna Mûsilê ji aliyê çekdarên koma terorîstiya DAIŞê, heta niha bi dehan kenîse, mizgevt û perestgeh ên ayînî ji aliyê ewê koma terorîstî ve hatine teqandin.´´
