Milîşiyayên Şîe malên Kurdan diteqînin
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge yên li eniya Celewla ji BasNewsê re got: ‘’Hêza Bedir ku Hadî Amirî serpereştiya wê dike, vê sibê berî roj hilê bi alên xwe û hêzeke zêde li nav kolanên Celewla geriyane û her maleke ku zanîbûne ya Kurdan e, teqandine. Herwiha niha wek hêz tenê hêza milîşiyayên Şîe ya bi navê Bedir li nav bajarokê Celewla ye.’‘
Doh (23.11.2014) di şerekî dijwar de ligel çekdarên DAİŞ’ê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, gerîlayên PKK, hêza Bedir û Artêşa Qudis a Îranê ya bi serokatiya Qasim Silêmanî herdu bajarokên Celewla û Sadiye rizgar kirin.
Hêjayê gotinê ye, di şerê rizgarkirina her du bajarokên Celewla û Sadiye de, ku duh bi kontrolkirina her du bajarokan bidawî bû, hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd û birîndar bûn, lê Erebên Şîe vê serkeftinê wek qehremaniya Hadî Amirî binav dikin ku serkirdeyekî wan ê mezhebî ye.
Ji aliyekî din ve, li gor zanyariyên BasNewsê, Kurd û Şîe gihiştine rêkeftinekê ku Celewla ji bo Herêma Kurdistanê be û Seidiye jî ji Erebên Şîe re be. Lê Fermandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku beşdarî şer bûbûn, tekez dikin ku Pêşmergeyan li Celewla cihên xwe qayîm kirine.
basnews
