Beşîkçî: Dem hatiye ku Kurd bi bin xwedî dewlet
Di axaftina xwe de Beşîkçî bal kişand ser rewşa Kurdan û got: ‘‘Pirsa Kurdî ew e ku li Rojhilata Navîn dewleteka Kurdistanî nîne, ji bo wê jî rastî kêşeyan tên, Kurdistana ku hebû hat parvekirin liser Împeratoryetên Îran û Osmaniyan, ji wê demê ve ne aştî heye ne jî jiyaneke pêkve û wekhev, wê demê hewldana jinanav birin û tunekirina Kurdan hat kirin û xistin rewşeke aloz û kambax.’‘
Dr. Beşîkçî behsa Başûrê Kurdistanê î kir û di axiftina xwe de Helebce û Şengal wek mînak dan û wiha axifî: ‘‘Li Başûrê Kurdistanê li bîra me tê dema karesata Helebce çêbû û bi hezaran hevwelatî bûn qurbanî, niha jî dubare dibe û li devera Şengalê ew karesat çêbû û rê li serxwebûn û aştiya Kurdan tê girtin.’‘
Beşîkçî navê Qibris, Lîtwaniya, Vatîkan, Slovakya û hinek welatên biçûk da û wiha pêde çû: ‘‘Ew milet yek milyon heta 5 milyon in, lê xwedî welatekî serbxiwe ne, li Kurdan binêrin zêdeyî 50 milyon kes in û hê jî bê dewlet in, ev çawa dibe, kî jê berpirse, çima wiha dibe.
Di dema Mela Mustefa Barzanî de daxwaz ji Sedam Husen hat kirin ku li Kerkukê serjimêrî were kirin, lê Sedam Husen xiyanet kir û nifûs ne hejmart û zilm li Kurdan kir, niha jî di madeya 140’ê ya di destûra Îraqê de divê nifus were hejmartin, lê ka çima nayê kirin, heta niha bi rastî ne li Îraqê, ne jî li Îran û Surî û Tirkiyê nayê zanîn çend Kurd hene, lê wiha tê gotin ku zêdeyî 50 milyon kesan di navbera wan 4 welatan de belav bûne û li Elmanya û dinyayê jî belav bûne.
Li Îraqê daxwaza federalê dikin û kar ji bo wê tê kirin, li Qeter û hinek welatên Ereban ku nifusa wan nagihe yek milyonî bandora wan geleke li ser welatên Rojhilata Navîn,mînak Qeter antî Kurd kar dike û ji Suriyê re dibêje li wî welatî Kurd nînin, ev çawa dibe, ev antî Kurdî ye.’‘
Beşîkçî, parzemîna Efrîqa jî wek mînak anî û diyar kir ku piştî şerê cîhanî yê duyem hinek welat çêbûn ku hejmara wan gelekî kêm e û nagehe Kurdan, lê dewleteke Kurdistan çênebû û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Di sed sala 20’an de hinek welatên nû li Rojhilata Navîn çêbûn, ji wan Fransa Lubnan û Sûriye çêkirin, Brîtaniya Îraq çêkir, Şêx Mehmud Berzencî hebû çima ti welatekî alîkariya wî nekir û Kurdistanek çênekirin ev pirseke û di dîrokê de hatiye nivîsandin û ji mere maye bê bersiv, çendîn şoreşên din jî hatin kirin û di encam de her dewleteke Kurdî ava nebû, îro jî ew dem hatiye ku Kurd bi bin xwedî dewlet.’‘Di dawiya axaftina xwe de Dr. Beşîkçî amaje bi dîroka Bakûrê Kurdistanê jî da, behsa Ermenan jî kir bi hevre da girêdan. Herwiha behsa Şoreşên Kurdan û serhildanên wan jî kir.
Deriyê pirsan ji bo nûnerên dezgahên ragehandinê û amadevanan hat vekirin, çendîn pirs hatin kirin û Beşîkçî jî bersiv da. Hêjayî gotinê ye rûniştina çapemeniyê ji aliyê Klaus Faber û Giyasettîn Sayan ve dihat birêvebirin û di rûniştinê de nivîskar û dîrokzanê Kurd Husseyn Erden jî beşdar bû û axaftinek kir.
Basnews
