• Sunday, 15 February 2026
logo

“Divê Kurd dest ji hinek navçeyên ku nakokî li ser wan hene, berd in”

Gulan Media September 7, 2014 Nûçe
“Divê Kurd dest ji hinek navçeyên ku nakokî li ser wan hene, berd in”
Berpirsekî Kurd pêşniyar dike, ji bo ku navçeyên Başûrê Kurdistanê yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî li ser wan hene, bikevin bin rêveberiya Herêma Kurdistanê, divê Kurd dest ji hinek navçeyên ku piraniya niştecihên wan Ereb in, berdin. Hinek berpirsên kurd jî rijd in ku sînorê Başûrê Kurdistanê heta çiyayê Hemrînê (sînorê navbera Kurdsitan û Iraqê) ye.

Navçeyên ku qedera wan dê bi madeya 140 a Destûrê Iraqê were kifşkirin û bi ser parêzgehên Hewlêr, Mûsil, Selahedîn, Diyale, Wasit û tevahiya parêzgeha Kerkûkê ve hatine belav kirin, jibilî ku nakokiyeke serekî ye di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de, bi astengiyeke ewlekariyê jî tên naskirin, ji ber ku rêjeyeke mezin ji Ereban li wan navçeyan bicîh bûne, ku berpirsên Kurdan û koçberên çiyayê Şingalê, wan Ereban bi hevkariya DAIŞê tohmetbar dikin.

Ev 79 sal in Ereban tînin Kurdistanê

Dîroka niştecîhkirina êlên Ereb li navçeyên madeya 140, mîna êlên Şemer, Cibûr, Ubêd û Kiruyî, bo serdemên cuda vedigere. Dîroka niştecîhkirina êlên Ubêd û Cibûr li Kerkûkê bi taybetî li bajerokê Hewîceyê û derdora wê vedigere sala 1935’an, lê dîroka bicîhkirina wan êlên Ereb li navçeyên Mexmûr, Xurmatû, Şingal, Xaneqên û Celewla vedigere salên heftê-heştê yên sedsala bîstemîn.

Hinek ji wan navçeyên Kurdistanî bi temamî hatine bierebkirin (teirîbkirin), lewra niha nêrînek heye ku Kurd bo vegerandina wan navçeyan dê dest ji beşek ji wan deveran berdin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Dereveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, Dr. Mihemed Îhsan li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.

Dr. Mihemed Îhsan, bajerokê Hewîce wek mînak tîne û dibêje: “Vegerandina bajerokê Hewîce û navçeyên derdora wê bo ser Herêma Kurdistanê dê bibe trajediyeke mezin, lewra baştir e ku Hewîce nebe beşek ji Kurdistanê ji ber ku rêjeyeke mezin ji wan Ereban xelkê wê deverên bi xwe ne û bi siyaseta bierebkirinê neçûne wir, lewra em wek Herêma Kurdistanê nikarin ji wan re bêjin ji van navçeyan derkevin.”

Dr. Îhsan dibêje: “Eger Kurd heman siyaseta Ereban bikar bînin ku berê ligel Kurdan bikar dianîn di dawiyê de dê ziyanek mezin bigihê Kurdan û dibe metirsî li ser beşek ji axa Kurdistanê.”

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku hejmara Erebên ku li hinek navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê yên mîna Hewîce, Mendelî, Bedre û Cesanê ne, ji hejmara Kurdan zêdetir e û wiha axivî: “Lewra min pêşniyar kir ku desthilat li wan navçeyan bi ser Ereb û Kurd de were dabşkirin bo vegerandina wan navçeyên ku metirsî li ser wan hene.”

Referandom li ser asta bajerokan bê kirin

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Dereveyî Îdareya Herêmê di berdewamiya axaftinên xwe de dibêje: “Desteya me pêşniyar kiriye ku referendom li ser asta biçûktirîn çarçoveya îdarî bê kirin,ku ew jî bajerok e, ji ber ku lidarxistina referandomê li ser asta hemû parêzgeha Kerkûkê nabe, ji ber ku dê ziyanê bigihîne Kurdan. Çimkî kurd li parêzgehên Mûsil, Diyale, Selahedîn û Wasitê ne zêde ne, niha dema wê hatiye ku Kurd bi awayekî realîstî hizir bikin û hewla dîtina rêyekê bo çareseriyeke guncaw bidin.”

“Henan Fetlawî, kelema ser rêya madeya 140 e”

Dr. Mihemed Îhsan derbarê pêngavên cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê de jî got: Heta niha me 2 pirsgirêk ligel Bexdayê zelal kirine; a yekemîn destnîşankirina wan navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ya dûyemîn jî diyarkirina ew kesên ku mafên wan heye di referandomê de beşdar bin bo kifşkirina qedera wan navçeyan.”

Îhsan dibêje: “Em pir pêşve çûbûn lê nûnera Nûrî Malikî di desteyê de Henan Fetlawî astengî derxistû û nehîşt em karên xwe bikin.”

Tenê Referandom maye

Dr. Mihemed Îhsan ew yek jî diyar kir ku: “Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha ragihand ku madeya 140 ya destûrê Iraqê nemaye û bidawî hatiye, lê di rastiyê de ew made hîna maye, pêwîst e em bêjin cîhbicîkirina madeya 140 di qonaxa dawî de ye ku ew jî lidarxistina referandomê ye. Ji qesta Barzanî jî ev bû.”

Îhsan dibêje: “Pêwîst e ku berpirsên kurd daxwaza vegerandina Çemçemalê nekin, ji ber ku Çemçemal û deverên mîna wê li gorî destûr beşek in ji Herêma Kurdistanê, divê Kurd daxwaza vegerandina Xurmatû bo ser Kerkûkê bikin ku hîna rewşa wê zelal nebûye. Lê ez bawer nakim ku ew zihniyeta ku li Bexdayê heye ti pêngavekê bo cîhbicîhkirina madeya 140 bavêje.”

Rudaw
Top