• Sunday, 15 February 2026
logo

Rewşa Kurdên Urmiyê û biryarên Dije-Kurd ên Azeriyan di hevpeyvîna ligel Rewşenbîrê Urmiyeyî Kafî Elewî de

Gulan Media September 2, 2014 Nûçe
Rewşa Kurdên Urmiyê û biryarên Dije-Kurd ên Azeriyan di hevpeyvîna ligel Rewşenbîrê Urmiyeyî Kafî Elewî de
Rewşenbîrê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê Kafî Elewî derbarê dijayetîkirina Kurdan ji aliyê berpirsên Azerî ve dibêje, ku Azerî û Pan-Turkîstên tundrew dixwazin pirsgirêkê bikin pirsgirêkeke ewlehiyê û daxawz dike ku Kurd nekevne evê telikê. Elewî dibêje, ku biryarên Azeriyan ne qnûnî ne û pêywsîte Kurd bi aştiyane û bi rêyên qanûnî nerazîbûna xwe bigihînin berpirsên Tehranê.

Rewşa Kurdên Urmiyê û biryarên Azeriyan bo dijayetîkirina Kurdan di hevpeyvînekê de ligel Rewşenbîrê Urmiyeyî Kafî Elewî

Hewlêr (PNA) – Rewşenbîrê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê Kafî Elewî derbarê dijayetîkirina Kurdan ji aliyê berpirsên Azerî ve dibêje, ku Azerî û Pan-Turkîstên tundrew dixwazin pirsgirêkê bikin pirsgirêkeke ewlehiyê û daxawz dike ku Kurd nekevne evê telikê. Elewî dibêje, ku biryarên Azeriyan ne qnûnî ne û pêywsîte Kurd bi aştiyane û bi rêyên qanûnî nerazîbûna xwe bigihînin berpirsên Tehranê.


Ewe maweya çend heyvane ku berdewam nûçeyên cuda derbarê dijayetîkirina hebûna Kurdan û zimanê Kurdî li parêzgeha Urmiyê û bi taybetî bajarê Urmiyê û bajarên bakûrê evê parêzgehê li dezgehên ragihandinê dihên weşandin. Berpirsên tundrewên Azerî ku desthilatdariya parêzgeha Urmiyê di destê wan de ye, hewlên xwe bo dijayetîkirina Kurdan û zimanê Kurdî berfirehtir kirine.

Di evê çarçoweyê de jî şaredarîya bajarê Mezinê Urmiyê biryara qedexekirina zimanê Kurdî û nehêlan û rakirina tabloyên bi zimanê Kurdî li ser şîrket, dokan û bazaran daye û dest bi cîbicîkirina evê biryarê kiriye. Li ser heman biryarê jî heta niha li gor zanyariyan, navên gelek şîrket, dokan û bazaran ji Kurdî ve hatine reşkirin û navên Farsî li wan hatine kirin û kesên ku nerazîbûn jî nîşan dabin û navê dokanên xwe neguherîbin, hatine girtin û dokanên wan jî hatine daxistin.

Herwiha di çarçoweya pilana xwe ya jibo dijayetîkirina Kurdan de, şaredarîya Urmiyê navê piranîya cade, meydan, park û taxên bajarê Urmiyê kirine Turkî û tabloyên Turkî li ser danîne.

Jibo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa niha ya Urmiyê û siyasetên berpirsên Azerî yên li dijî Kurd û herwiha nirxandina helwêsta nerazîbûna Kurdan li hember siyasetên regezperestî yên dije Kurd, PNA hevpeyvînek ligel rewşenbîr û rojnamevanê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, Kafî Elewî encam daye.

PNA: Di ewan heyvên dawîn de gelek nûçe derbarê helwêst û biryarên berpirsên Azerî yên parêzgeha Urmiyê li dijî Kurdan de dihên bihîtin. Çima Azerîyan li Urmiyê di demeke weke niha hesytar de dest bi tevgerên dijayetîkirina hebûn û nasnameya Kurdan kirine?

Kafî Elewî: Ew nakokîya navbera Azerî û Kurd û dijayetîya Azerîyan li hember Kurdan tiştek nîne ku nû dest pê bibe, ewe bizaveke ku çend salin ku Azerîyên tundrew û kesên Pan-Turkîst li dijî Kurdan encam didin ku gelek kirdarên wan li derveyî qanûnê ne.weke Şaredarîya Urmiyê ku biryar dide û nameyekê dinivîse ku nabe navê Kurdî li ser dokanan bihê nivîsîn. Karê şaredarîyê pêşniyarkirin û danîna navan li ser cihên giştî ne. Danîna navan li ser tax û kolan û dokan di destê alîyekê din de ye ku li Îranê bi îdareya emakin tê naskirin, ligel hemahengîya navbera hêza întizamî û wezareta ferheng û irşada îslamî. Ewa ku niha şaredarîya Urmiyê kiriye û dike, tişteke derveyî qanûna Îranê ye û ez bawer nakin ewe siyaseta berpirsên hikûmeta navendîya Îranê be, belku ewe siyaseta berpirsên navçeyî û Azerîyên tundrewe. Li gor qanûna sala 1375 a Îranî ku parlemana Îranê pesend kiriye, tê de bi kar birina tîpên latînî bi zimanên Îranî qedexe ye, lê di heman qanûnê de, rê dide xelkê navçeyan, ku navên cih û dokanên xwe li gor ziman û heta devokên navçeya xwe û li gor selîqeya xwe hilbijêrin.

PNA: Sedem çi ne ku Turkên Azerî parêzgeha Urmiyê vê carê bi rêya qedexekirin û guherîna navên Kurdî li ser şîrket, dokan û bazaran hewla dijayetîkirina Kurdan li parêzgeha Urmiyê û bi taybetî li bajarên bakûrê vê parêzgehê didin?

Kafî Elewî: Ya rast ewane ne Turkin, belku ewane Azerî ne, lê dixwazin bêjin ku em turkin û nasnameya turkîtiyê ji xwe re hildibijêrin û ewane di jêr bandora çalakiyên tevgera Pan-Turkîsmê de ne. Tevgera Pan-Turkîstan jî ji mêj ve dest pê bûye. Tê gotin ku sala 1991 ku Yekîtiya Soviyetê hilweşîya, Azerîyên Nexcewanê li ser sînor slogan didan, ku ´´Azerbaycan bîr olsun, Paytextimiz Tebriz Olsun´´, yanî ´´ Azerbaycan bibe yek, Paytexta me bibe Tebrîz´´. Ewên ku niha jî li Urmiyê ewan karên ne qanûnî dikin û anvên Kurdî qedexe dikin, heman ew kesin ku ji Azerbaycana Soviyeta berê re nabêjin Azerbaycan, belku dibêjin Azerbaycana Bakûr. Dewletên weke Azerbaycan, Tirkiye, Qezaqistan, Ozbekistan û Qirqîzistan dixwazin cografiyayeke yekgirtî ya Turkan pêk bihînin û ew mijar ne mijarekî nû ye. Ya giring niha ewe ye ku ne em Kurd dikarin bêjin ku Urmiye bi temamî bajarekî Kurdî ye û ne Azerî dikarin bêjin ku Urmiye bi temamî bajarekî Azerî ye.Urmiye bajarê etnîk û mezhebên cur bi cure. Etnîkên weke Kurd, Azerî, Ermen û Aşûrî tê de dijîn û ji aliyê Mezhebî ve jî Musulman û Mesîhî û Şîe û Sunî û Ehlê Heq tê de dijîn û bi hev re bi aştiyane jiyan kirine û heta niha ti pirgirêkeke wisa di navbera wan de nebûye. Lê niha hindek kes û alî ji her du alîyan, hem Azerî û hem jî Kurd, karên provakasiyon dikin. Bizavên hindek kes û aliyên tundrewên Azerî, li gor pilan û bernameyekê ye, Pan-Turkîstên ku dixwazin dewleta Azerbaycanê ava bikin, ewan bernameyan didanên û kar li ser dikin û berpirsên navçeyî jî di jêr bandora ewan pilan û bernameyên Pan-Turkîstan de ne. Guherandina navên dokanan, hîç peywendî bi şaredar ve nîne ku bihê û biryarê li ser bide. Aliyên taybetmend hene ku ew kar di desthilata wan de ye, nek şaredar.

PNA: Di hewla vê carê ya Pan-Turkîstên Azerî de, gelek berpirsên pile bilindên dewletî yên li parêzgeha Urmiyê, weke parêzgar (walî), şaredar û encûmena şaredarîyê bi aşkirayî beşdarin û piştgîrîyê didine siyaseta dijayetîkirina Kurdan li Urmiyê, çima dewleta Îranê bêdenge? Heta çend dibe ku Tehran beşdar be yan jî berpirse di evê siyasetê de?

Kafî Elewî: Her wek em dizanin ew tevger, tiştekê nû nînin. Ji mêj ve ye ku gelek tevger û siyaset li navçeya Urmiyê tên kirin, ku ligel siyaseta dewleta navendî yek nîne. Hindek kêmasîyên qanûnî hene û Azerîyên tundrew û berpirsên Urmiyê ewan kêmasîyên qanûnî bi kar tînin bo armanca xwe.Weke ku li gor qanûna Îranê ku dibêje zimanên ne Îranî qedexe ne, tê zanîn ku zimanê Azerîyan ne Îranî û Aryayî ye, belku ew bi xwe jî dibêjin em Turkin û zimanê me Turkî ye. Berpirsên Azerî yên Urmiyê herwisa ji Kurdan re jî dibêjin ku Kurd Îranî û Aryayî nînin û bi vê hincetê rê li ber zimanê Kurdî digirin. Heta berê Azerîyan pirsgirêk ligel ewê çendê hebû ku çima li îdareya tomarkirina nav û nasnameyan (îdareya sebtî ehwal) navên Kurdî hene? Pêştir jî biryarên wisa hebûn, weke mînak nedihêlan navê Zarokekî Hejar bihê tomarkirin. Heta dema ku me li govara Sirwe kar dikir, tîmên taybet dihatin û pirsa wateya Sirwe ji me dikirin, ji me dipirsîn ka gelo ew naw Îranî ye yan na, Kurdî ye yan na û ji bo çi bi kar tê û dixwastin bi vî awayî astengiyan derxînin. Lê paşê lîsteke navên Kurdî li îdareya tomara nav û nasnameyên Urmiyê hateçêkirin.

Weke Mînakek din dezgeha Kurdî ya Ehmedê Xanî bo damezrandinê, heft salan li benda biryara muhletdayînê ma. Li Urmiyê aliyên peywendîdar rê nedidan ku ew dezgeh bihê avakirin, bi neçarî damezrênerên wê berê xwe dan Tehranê û li wir muhleta damezrandinê wergirtin, lê dîsan li Urmiyê rastî astengiyên Azerîyan hatin.

Îro jî demeke hestyare û hindek kes û alî dixwazin hesasiyetê û dijayetîyê di navbera Kurd û Azerîyan de çêbikin. Pêywîste xelkê Kurd li Urmiye agahdar be û bi wan tiştan tehrîk nebe. Li gor min pêywîste ku partîyên siyasî yên ku dewleta Îranê jî bi ne qanûnî dane naskirin, destwerdanê di evê mijarê de nekin, da ku hincet nekeve destê Azerîyên tundrew. Ew telike û berpirsên tundrewên Azerî dixwazin bêjin ku Kurd li Urmiyê destekî derve û destê partîyên dijberî Îranê li pişt wane û bi vî awayî pilana xwe baştir cîbicî bikin. Pêywîste Kurd bi rêyên medenî û mekanîzmên qanûnî nerazîbûna xwe nîşan bidin û dengê xwe bigihînin berpirsên Îranê. Weke ku nûnerê Kurd ê Urmiyê li parlemana Îranê û nûnerê Kurd ên di encûmena bajarê Urmiyê de li ser vê mijarê hatine deng û nameyeke nerazîbûnê ji berpirsan re şandine. Yan dibêjin ku kampînek ji aliyê Kurdên Urmiyê ve hatiye destpêkirin û 5 hezar kesan jî îmza kiriye, karên wisa medenî eger bi awayeke rêkûpêk bihên kirin, gelek başe.

PNA: Bi nerîna we pêywsît dike ku partîyên siyasiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê helwêst nîşan bidin? Yan gerek gelê Kurd li Urmiyê û rêkxistinên ferhengî û rewşenbîrîyên Kurd û çalakvan bi mekanîzmên qanûnîyên dewleta Îranê kar bo nîşandana nerazîbûna xwe bikin?

Kafî Elewî: Ewa ku berpirsên Azerî û aliyên Pan-Turkîst dikin, karên gelek ne qanûnî ne.Pêywîste ji aliyê emniyetî (ewlehî) ve rûbirûbûn ligel ewan kar û siyasetên Azerîyan bihête kirin. Berpirsên Azerî û aliyên Pan-Turkîst xwe bi rengekî medenî (sivîl) nîşan dane û ti kom û partiyeke çekdarîya Azerîyan li derveyî welatî jî nine û wiha xwe nîşanî hikûmeta Îranê nedane ku tirseke wisa li nik berpirsên Tehranê çêbike ku grûpeke çekdarî yan partîyeke opozisiyona Azerî li derveyî welat li pişt ewan karên wan li Urmiyê û cihên din be û xwe bi awayekê di nav çarçoweya dewleta Îranê de nîşan dane. Bi evî awayî jî daxwazên gelek sade yên Kurdan tepeser dikin û mafên serekîyên xelkê Kurd binpê dikin. Partîyên siyasîyên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê gerek rê nedin ew plana Azerîyên tundrew û aliyên pan-Turkîst serbikeve û li cihê ku xelkê Kurd berev tundûtîjî û rûbirûbûna ligel Azerîyan han bidin, pêywîste ku xelkê han bidin ku hêmin û li ser xwe bin û nekevine di nava telika pilandanî ya Azerîyên tundrew de. Ji ber ku îro çênabe ku bi tundrewî û pevçûna çend kesan li ser cadeyan, diyar bibe ku Urmiye bajarêkê Kurdî ye yan bajarekê Azerî ye. Dema dahatî dê diyar bike ku ew coxrafî li ser kuderê ye. Kes jî nikare kesê din înkar bike, ne Azerî dikarin Kurdan înkar bikin, ne Kurd dikarin Azerîyan înkar bikin. Pêywîste bi rêyên aştîxwazane kêşe bihên çareserkirin û her du alî jî heta niha bi aştiyane bi hev re jiyane li Urmiyê. Kesên aştîxwaz û qanûnzan hem di nav Kurdan de û hem jî di nav Azerîyan de dikarin evê aloziyê û kêşeyê çareser bikin. Di nav Azerîyan jî de kesên aştîxwaz û dadperwer hene. Pêywîste Kurd şikayet û gazindeyên xwe bigihînin hikûmeta navendî, parleman yan jî wezareta Itilaata (wezareta ewlehî û saloxegerî) Îranê. Nabe Kurd bi awayekê wisa tevbigerin ku hesasiyeta zêde çêbibe û aliyên tundrewên Azerî bêjin, ku Kurd bi desteke veşartî ji aliyê derve hatine tehrîkkirin û rê bihê dan ku kêşe bibe kêşeyeke ewledarî, ku Pan-Turkîst sûdê jê werbigrin û pilanên xwe bo dijayetîya Kurdan bi hêsanî cîbicî bikin.

PNA: Hikûmeta Îranê li cihekê weke Tebrîzê ku navendeke giringa Azerîyane, rûbirûyê tevger û çalakîyên Azerîyan û Pan-Turkîstan dibe, lê li Urmiyê destê wan vala dihêle li hember Kurdan? Çima Tehran bêdenge li hember siyasetên Pan-Turkan li Urmiyê?

Kafî Elewî: Hikûmeta Îranê li Tebrîzê rûbirûyê çalakîyên Pan-Turkîstan dibe, jiber ku li Tebrîzê bi piranî tenê Azerî dijîn û neteweyeke din a mezin tê de najî, lê li Urmiyê hem Azerî dijîn û hem jî Kurd û li Urmiyê desthilatdar jî Azerî ne. Berpirsên Azerî yên li Urmiyê jî ti caran raporteke baş û li ser xêrê derbarê Kurdan de ji berpirsên tehranê re naşînin. Berpirsên Azerî berdewam di raporên xwe ji berpirsên Tehranê re dibêjin, ku Kurd kesên dijî şoreşa îslamîya Îranê ne, kesên têkderin û peywendî ligel destên derve û partiyên Kurdî yên dijberî Îranê hene û ji aliyê derve ve têne piştîvanîkirin.. Ew kêşe ne tenê li Urmiyê, belku li Selmas, Kela Xwê (Xoy), Mako, Neqede û Miyanduawê jî heye. Ewane (Azeriyên tundrew) dixwazin kêşeyê aloztir bikin, da ku aliyek weke şaredar biryarekê bide û karekê bike ku erkê wî nîne û ne di desthilat û berpirsyarîtiya wî de ye.

PNA: Derbarê evê rewşa niha ya Kurdan li Urmiyê de, aya pêywîst dike ku partiyên Kurdî li her parçeyekê Kurdistanê jî be, helwêstekê nîşan bidin, yan dengê nerazîbûna Kurdan bigihînin aliyên peywendîdar?

Kafî Elewî: Ewên li derve dikarin hevkar bin û dengê nerazîbûna Kurdan û zodarîya li ser Kurdan û biryarên dijî Kurdan ji aliyê berpirsên Azerî ve, bi rêyên kanalên peywendiyên xwe bigihînin cihê taybet, lê nek bi awayek wisa ku zêdetir di ragihandinan de deng vede, belku pêywîste bi awayeke wisa be ku dengê nerazîbûna Kurdan bigihînin û nekeve di ragihandinan de jî û hesasiyet çênebe.

PNA: Aya hikûmeta Başûrê Kurdistanê yan parlemana Kurdistanê û dezgehên ragiahndinê li Herêma Başûrê Kurdistanê dikarin hevkariyekê bo Kurdên Urmiyê bikin?

Kafî Elewî: Destwerdana Başûrê Kurdistanê di evê pirsê de ne karekî başe û dirust nîne, jiber ku dê bibe behane û hincetek di destê Azeriyên tundrew de ku destên derve li piştî Kurdên Urmiyê hene û dê destê wan di cîbicîkirina siyaseta dije Kurd de vekirîtir bimîne. Pêywsîte xelkê me, Kurdê me yê li Urmiyê bi xwe kar bo nehêlana evan pilanên wisa bike. Pêywîste xelkê me ji aliyê ferhengî ve kar bike bo vê pirsê, nek bi sloganan rewş dijwar bihê kirin. Sloganên bê kirdar, ji bo berpirsên tundrewên Azerî gelek kêrhatî ne, jiber ku destê wan valatir dibe bo cîbicîkirina pilanên xwe de. Heta destê hindek kes û aliyên Pan-Turkîst li pişt hindek kesên Kurd jî heye, ku xelkê han didin bo tundûtîjiyê. Ew yek bi pilankirî tê kirin û mebesta wan zêtir cîbicîkirina bernameya wane.

PNA: Pêşniyara wê jibo Kurdên Urmiyê û bajarên ku têde Azerî û Kurd bi hev re dijîn, bo rûbirûbûna pilan û siyasetên Azeriyên tundrew çiye?

Kafî Elewî: Gelek rêyên medenî û qanûnî hene. Weke wê yekê ku Kurd derbarê pirsgirêk û kêşeyên xwe de di rojname û kovar û bi giştî çapemenîya Îranê de binivîsin û raya giştî û berpirsên hikûmeta navendî li pirsgirêkên xwe agahdar bikin. Dengê nerazîbûna xwe bi rêyên medenî bigihînin parêzgar, jiber ku berpirsê herî ast bilindê parêzgeha Urmiyê ye û herwiha berpirsên dinên parêzgeha Urmiyê. Dengê nerazîbûna xwe bigihînin alî û dezgehên ewlehîyên Îranê li parêzgehê. Heger di asta parêzgehê de, guh li wan nehate girtin, pêywîste Kurd serdana Tehranê bikin û dengê xwe bigihînin berpirsên hikûmî li Tehranê. Eger bersiveke baş û guncaw bo daxwaza Kurdan nehê dan, Kurd bila dengê xwe bigihînin civaka navdewletî û heta ku bibe, bi rêyên aştiyane û medenî Kurd nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Top