• Friday, 15 May 2026
logo

Daxuyaniya hikûmetê li ser kirîza gaz û benzînê li herêma Kurdistanê

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Daxuyaniya hikûmetê li ser kirîza gaz û benzînê li herêma Kurdistanê
Piştî gelek civînan digel hikûmeta herêma Kurdistan û wezaret û aliyên peywendîdar bi kirîza sotemeniyê li herêma Kurdistanê, herwesa piştî gelek civînan digel komisiyona pîşesazî enerjî û çavakniyên xwezayî a parlamentoya Kurdistanê li ser pirsa diyarkirina buha û awayê dabeşkirina benzîn û nefta sipî û dîtina mekanîzmekê ji bo çareserkirina kirîza sotemeniyê, civata karûbarên neft û gazê a herêma Kurdistanî li ber ronahiya liberçavgirtina rewşa şer û êrîşên rêxistina terorîstiya DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê gihişte vê bweriyê ku;

Di warê dabînkirina sotemeniyê bo pêşmergeyê Kurdistanê ku îro ji bo parastina axa pîroza Kurdistanê li eniyên şer de ne bareke giran ketiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê. Tevî vê jî, wezîfeyeke mezintir li ser hikûmeta herêma Kurdistanê ye ew jî xizmetkirin û dabînkirina pêdawîstiyên zêdetir ji 850 000 penaber û koçberên ji encanê şer û pevçûnan ji deverên din yên Îraqê hatine herêma Kurdistanê ye, mirov dikare bêje wîlayetek din li herêma Kurdistanê zêde bûye. Herwesa hikûmet li ser dabînkirina derman û tev xizmetên din bo hevwelatiyên herêma Kurdistanê, tevî koçberan, berdewam e.

Tevî vê rewşa aloz jî, hikûmeta Îraqê budceya herêma Kurdistanê biriye û ev heşt mehe miaşên karmendên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehatine dan, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser dabînkrina miaşê xelk û karmendan berdewam e.
Endamên parlamentoya Kurdistanê di komisyona pîşesazî enerjî û çavkaniyên xwezayî de digel hikûmeta herêma Kurdistanê hevikirin ku, hikûmet di kirîza sotemeniyê de derbas dibe.

Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da buhayê gaz û benzînê diyar bike. Hikûmeta herêma Kurdistanê rewşa xelkê asayî yê Kurdistanê li ber çavan girtiye bi awayekî ku piraniya hevwelatiyan jê mifadar bin. Her benzînxaneyeke sextekariyê di kalîteya benzînê de bike û qaydeyên firotin û dabeşkirina sotemeniyê bin pê bike, dê bi dijwarî bê ceza kirin:

1- Buhayê yek lître benzînê bo taksiyan 500 dînar û bi awayê kûpon tê dabeş kirin
2- Buhayê benzînê ji bo timama otomobîlên din yek lître bi 900 dînar bê kûpon be
3- Dabeşkirina nefta sipî ji bo hevwelatiyan îsal jî weke xwe dimîne, ango her lître 160 dînar dibe

Ev yek girêdayî rewşa awarteya herêma Kurdistanê ye, her dema rewşa herêma Kurdistanê normal bû weke berê lê hat dê ev biryar di berçavan re bê derbas kirin.

Top