Ji Osman Baydemîr re cezayê 2 sal zindan hat xwestin
Serdozgeriya Wanê ji ber axaftinên Osman Baydemîr ên di 18ê hezîrana 2012an de li Wanê, îdîaname amade kir û tê de cezayê 2 salan girtoin jê re xwest.
Li gor medyaya bajarê Wanê, serdozgeriyê di îdîanameya xwe de diyar kir ku Baydemîr piştî girtina serokê şaredariya Wanê Bekîr Kaya “axafitinên pir tûj li dijî serokwezîr Erdogan kirine û heqaret li kesayetî û meqamê wî kiriye û ew bi gotina faşîst wesf kir”, ji ber wê li hemberê wî doz hat vekirin.
Herwiha li bendê ye ku sibê çarşemê doza Baydemîr li dadgeha yekemîn a cezaya Sulhê li Wanê destpêbike.
Li aliyekî din jî parêzerên Erdogan di heman mijarê de li dijî Osman Baydemîr doza tezmînatê li heftemîn dadgeha Aslî li Enqerê vekirine û daxwaza 6 hezar lîreyên tirkî wek tezmînat kirine.
Serokê şaredariya bajarê Wanê û gelek serok şaredariyên girêdayî BDPê di operasyonên bi navê KCKê de hatibûn girtin.
Rudaw
